’Bi kirîna milkên koçberan hewl didin dagirkeriyê rewa bikin’

Parêzer Mehmûd Cemîl destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê siyasetên nû li herêmên dagirkirî dimeşînin û guhertina demokrafîk didomînin. Parêzer anî ziman ku dewleta Tirk û çeteyên wê dixwazin dagirkeriya xwe rewa bikin.

’Bi kirîna milkên koçberan hewl didin dagirkeriyê rewa bikin’
16 mijdar, 2025   04:25
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Di 9'ê Cotmeha 2019' an de çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Di ser dagirkirina her du herêman re 6 salan derbas bûn, lê hîna sûcên li herêmên dagirkirî didomin. Serêkaniyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bû û tevahî pêkhateyên wê bi ewlehî û aramî li ser hîmê biratiya gelan bi hev re dijiyan û herêmên xwe bi rê ve dibirin. Lê dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina vê projeyê û sîstema Rêveberiya Xweser gelek caran êriş anîn ser herêmê.

Di encama êrişên dagirkeriyê de gelek kesan koç kir û li herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser bi cih bûn. Koçberên ji Serêkaniyê li kampên Waşûkanî, Serêkaniyê û herêmên Rêveberiya Xweser belav bûn.

Sûcên li Serêkaniyê û Girê Spî hîna didomin û her roj bi şêwazekî nû binpêkirin li dijî mal û milkên koçberan tên kirin. Li gorî agahiyên komîteya koçberan, li Serêkaniyê gelek mal û erdên çandiniyê yên koçberan hatine desteserkirin û talankirin. Her wiha bi zextê mal û milkên koçberan tên firotin. Bi rêya teşwîqkirina pereyên mezin mal û milkên koçberan difiroşin. Her wiha mal û milkên şêniyan û navendên perwerdeyê dibin baregehên leşkerî yên çeteyên dewleta Tirk.

Parêzer û berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîl diyar kir ku dema ku koçberên Serêkaniyê ji bajar û gundên xwe koçber bûn, hemû mal û milkên xwe li du xwe hiştin û ber bi herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser de hatin. Tevahî koçberan belgeyên erd, mal û milkên xwe bi xwe re anîn. Çeteyan bi rêya sîxurên Tirkan bi koçberan re diaxivin da ku mal û milkên xwe bifiroşin. Lê belê koçberên Serêkaniyê û gundên wê mal û milkên xwe nafiroşin.

'KOÇEBER BI SIYASETA ÇETEYAN Û DEWLETA TIRK NAYÊN XAPANDIN'

Mehmûd Cemîl destnîşan kir ku dema negihaştin armanca xwe, vê carê bi rêyeke din dest bi planên xwe kirin û wiha got: "Me gelê xwe li hember siyaseta dagirkirinê û guhertina demokrafîk a ku li herêmê hişyar kir. Lê vê carê bi rêya planeke din dest bi mijara kirîn û firotinê kirin. Vê carê bi rêya rûspiyan berê xwe dan nava şêniyên resen ên li Serêkaniyê mane û bi rêya civanan xwestin gel bi hev re bikevin nava peywendiyan da ku mal û milkên wan bifiroşin. Bi taybet jî gelê Kurd. Lê belê koçber û şêniyên li Serêkaniyê mane jî bi vê planê nehatin xapandin. Li gorî agahiyên di destê me de tenê bi 10 malan re ketine peywendiyê da ku mal û milên wan bi pereyên mezin ji wan bikirin, lê wan jî nefirotine."

'MAL Û MILKÊN KOÇBERAN NAYÊN FIROTIN, JI BER KU BELGE BI KOÇBERAN RE NE'

Cemîl da xuyakirin ku koçberan hemî belgeyên xwe re anîne. Tiştê ku li herêmê tê meşandin ne qanûnî û rewa ye, ji ber ku hemî benlgeyên koçberan bi wan re ye. Malbatên çeteyan xanî, mal  û erdên koçberan di navbera wan de tê kirîn û firotin.  Lê tu koçberan malên xwe nefirotine. Tu bingeha hiqûqî nîn e ji bo kirîn û firotinê.

'GUHERTINA DEMOKRAFÎK LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ DIDOME'

Cemîl diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê dizanin ku rojekê dê koçber vegerin cih û warê xwe, ji ber vê jî dixwazin mal û milkên koçberan bikirin da ku careke din koçber venegerin. Dema ku malên xwe bifiroşin dibin destek ji bo dewleta Tirk û  çeteyan. Di hundir Serêkaniyê û gundewarên wê her ku rêjeya kurdan kêm bibe, ji bo wan weke siyaseta guhertina demokrafîk hêsantir dibe. Bi vê pilanê dixwazin dagirkeriya xwe ya di serêkaniyê de rewa bikin û guhertina demokrafîk zêdetir bikin.

Mehmûd Cemîl di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em di nava gelê xwe de digerin û wan hişyar dikin. Em tu carî dev ji mal û milkên xwe bernadin û em li benda vegereke ewle ne. Mafê vegerê mafeke rewa û misoger e."

ANHA