Bi hezaran welatî ji Helebê gihîştin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Piştî pêşveçûna çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" li Helebê, bi hezaran şênî û xwendekarên bajarên Reqa, Tebqa û Minbicê yên ku li Helebê bûn, gihîştin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

29 mijdar, 2024   22:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya deriyê Boasî yê gundewarê kantona Tebqayê da zanîn ku zêdetirî hezar şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piraniya wan xwendekar in, ên ku li Helebê bûn vegeriyan bajarên xwe.

Çeteyên "Tehrîr El Şam" ên dewleta Tirk a dagirker ji roja înê ve dest bi êrişkirina li dijî bajarê Helebê kir, di encamê de tevgereke koçberbûna ji bajêr çêbû.

Di encama topbarana çeteyan li dijî derdora zanîngeha Helebê de, 4 xwendekaran jiyana xwe ji dest da û gelek birîndar bûn.

Hejmareke mezin a xwendekar û şêniyên herêmê di deriyê Ebû Kehif ê bajarê Minbicê re jî ji Helebê vegeriyan herêmên xwe.

Girêdayî wê, Yekitiya Ajokaran a kantona Reqayê 60 otobus ji bo wergirtina şêniyên herêmê, şandin Helebê.

Welatiyên ku ji Helebê di deriyê Boasî re gihîştine Reqayê ji ajansa me re diyar kir ku rewşa Helebê xerab e.

Xwendekar Ehmed El Salih got: "Piştî ku derdora zanîngeha Helebê hat topbarankirin û xwendekaran jiyana xwe ji dest da, xwendekarên din yekser berê xwe de geracan da ku vegerin herêm û malên xwe."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Xweser banga hêsankirina tevgera çûn û hatina şênî û xwendekarên ku ji Helebê vedigerin herêmên xwd, kiribû.

(mh)

ANHA