Ji bo şaredariya Mîksê qeyûm hat tayînkirin

 Ji bo şaredariya navçeyan Mîksê a bajarê Wanê ku polîsan dorpêç kir, qeyûm hat tayînkirin.

Ji bo şaredariya Mîksê qeyûm hat tayînkirin
29 mijdar, 2024   22:15
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şaredariya navçeyan Mîks a bajarê Wanê qeyûm hat tayînkirin. Duh runiştina hevşardarê Mîksê Ayvaz Hazir hat dîtin û di runiştinê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê û li ser navê rêxistinê sûc kirin’ 3 sal û 11 meh ceza hatibû birîn. 

Wezareta karê hundir daxuyand ku Qeymeqamê Mîksê Harun Arslanargun wek qeyûm tayînê şaredariyê kirine.

Hevşaredar bi zor hatin derxistin

 Polîsan dora şaredariyê girtin û xwestin hevşaredar û xebatkar ji şaredariyê derkevin. Hevşaredar Ayvaz Hazir û Nebahat Benek û xebatkaran li dijî polîsan berxwe dan lê ji aliyê polîsan ve bi zor hatin derxistin.

 QEYÛMÊ DİZ

 Welatiyên li ber avahiya şaredariyê hatin gel hev dirûşmeyên ‘bijî bgerxwedana gelê Kurd’, ‘qeyûmê diz’ berz kirin.

Qeyûm çawa çû pankarta ‘şaredarî ya me ye, em ê destur nedin xespkirinê’ daxist. Welatiyan bertek nîşanê vê da û diyar kirin ku ev dijminê gel in.

 ‘DİVÊ GELÊ ME Lİ DİJÎ DİJHİQÛQİYÊ BİN’

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Mahmut Dîndar bang kir ku her kes bê ber şaredariyê û xwedî li îradeya xwe derkevin. Mahmut Dîndar bi lêv kir ku divê gel li dijî vê dijhiqûqiyê bin.

Parlamenterê Wanê yê DEM partiyê Sîncan Çîtfyurek jî bertek nîşan da û got bi Kurdan re aştî wisa pêk tê?

 Li aliyê din jî yên ji Wanê diçûn Mîksê di rê de hatin rawestandin û hemû rê hatin girtin.Bajar hat dorpêçirin û bendewariya gel li ber şaredariyê didome.