Di avakirina pergala demokratîk de gavek din: Meclisên rehendan 

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, di avakirina sîstema xweseriya demokratîk de, bi armanca ku hemû beşên civakê jî tevlî mekanîzmaya biryaran û pêkanînê bibin, meclisên rehendan tên avakirin. Hevseroka Desteya Maf û Edaletê Mizgîn Hesen li ser mijarê agahî dan ANHA’yê.

Di avakirina pergala demokratîk de gavek din: Meclisên rehendan 
30 mijdar, 2024   04:10
HESEKÊ
HESEN REMO

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, li gorî Hevpeymana Civakî ku di 12’yê Kanûna 2023’yan dehat nûkirin, sazûmaniya kêm tê temamkirin. 

Yek ji xebatên tên meşandin meclisên rehendên sîstema xweseriya demokratîk e. Li gorî madeya 97’an a Hevpeymana Civakî ya bi sernavê, “Meclisên desteyan û komîteyên rêveber”, li ser esasê pensîba Konfederalîzma Demokratîk, her desteyek ji bajar, kantonan heta Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, xwe wekî meclisan rêxistin dike.

Bi armanca pêkanîna madeya 97’an, di 24’ê Cotmeha 2024’an de Qanûna Rêxistinkirina Erk û Berpirsyariyên Meclis û Saziyên Rêveberiya Xweser a bi hejmara 13/2024 hat derxistin.

Di qanûnê de meclisên ku divê werin avakirin wekî “Meclisên Rehendan” hatine pênasekirin û erkên wan hatine rêzkirin. Di pênaseya meclisan de şeklê xebata meclisên rehendan a bi meclisên gelan re jî hatiye vegotin. 

Piştî derxistina qanûnê li herêmê dest bi xebatên avakirina meclisên rehendan hatiye kirin.

Derbarê Meclîsên Rehendan û armanca wan, mekanîzmaya xebatê, têkiliya di navbera wan û desteyên Rêveberiya Xweser de, me bi Hevseroka Desteya Maf û Edaletê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Hesen re hevdîtin pêk anî.

‘MEKANÎZMAYEKE NÛ YE’

Mezgîn Hesen diyar kir ku avakirina van meclisan ji bo çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya rêveberiya xweser mekanîzmayeke nû ye û got: “Ji bo rastkirina mîkanîzmayên şaş ên biryardayînê ev meclis girîng in, wê derfetê bide ku pêkhateyên herêmê bibin hevparên avakirin û pêkanîna siyasete.”

ARMANCÊN MECLISÊN REHENDAN

Bi gotina, “Armanca vê sîstemê ew e ku beşeke berfirer a civakê bibe hevpara biryargirtinê” Mizgîn Hesen bal kişand ser armanca avakirina meclisan û ev agahî parve kirin: “Hin biryarên ku berê ji aliyê saziyên rêveberiya xweser ve hatine derxistin, dihatin rexnekirin û diha gotin ku ev biryar hinek caran dûrî rastiya civakê û saziyên wê ne. Meclisên Rehendan wê bi rêya tevlîkirina sazî û pêkhateyên civakê yên cihêreng dê van pirsgirêkan ji holê rakin û di biryargirtin û bicihkirinê de hevpariyek hebe.”

NIMÛNEYA MECLISA ABORÎ Û ÇANDINIYÊ

Yek ji meclisên rehendan ku hatine avakirin, Meclîsa Aborî û Çandiniyê ye. Li gorî agahiyên ku Mizgîn Hesen dane, beriya niha Desteya Aborî û Çandiniyê hebû û biryarên xwe bêyî pêkhateyên din ên civakê yên ku di vî warî de çalak in derdixistin, ev jî dibû sedema pirsgirêkên wekî biryara diyarkirina nirxê kirîna genim ji cotkaran.

Mizgîn Hesen avakirina Meclisa Aborî û Çandiniyê ji bo çareseriya pirsgirêkan wekî mînak nîşan da û got: “Niha Meclîsa Aborî û Çandiniyê nûnerên hemû aliyên pêwendîdar ên wekî sendîkayên cotkaran, pispor û komîteyên aborî li hev kom dike. Ev yek dihêle ku gotûbêjeke berfireh çêbibe û biryarên tekûz bêne desrxistin.”

MEKANÎZMAYA XEBATA MECLISAN

Li gorî Mizgin Hesen, rêxistinkirina meclisên rehendan ji komînan (yekîneyên bingehîn) dest pê dikin û ji bajarokan heta bajar, kantonan dom dike, herî dawî jî li ser asta Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê sazumaniya wê temam dibe. Mizgîn Hesen anî ziman ku ev meclis di asta her rehendekê de bi awayekî xweser kar dikin, siyaseta giştî ya rehendê diyar dikin û li ser biryar û awayên cîbicîkirina wan gotûbêjan dikin.”

KOMÎN

Di mekanîzmaya xebatê de komîn wekî bingeha sereke hatiye pênasekirin; meclîsên rehendan xwe li ser bingeha komînan bi şêwazê komîteyên cuda yên wekî çandinî û aborî, parastin, jin, ciwan, tenduristî  hwd. rêxistin dikin.

Mizgîn Hesen destnîşan kir ku hejmara komîteyan li gorî pêwîstiyên her komînekê diguhere. Hemû komîteyên komînan, hevserokatiya komînan û serokên komînên jinan bi hev re dibin Meclis.

Eger li ser erdnîgariya di sînorên komînê de biryarek bê girtin, ev biryar wê ji aliyê her kesî ve bi awayekî kolektîf bê girtin; ji aliyê hevserokatiya komînê yan jî berdevkên komîteyên komînê ve nayê girtin. Heman mîkanîzma ji bo bajarok, bajar û kontonan jî derbas din.

NÛNERTIYA MECLISAN Û MEKANÎZMAYA HILBIJARTINA HEVSEROKATIYÊ

Meclîsên Rehendan ji nûnerên hemû saziyên girêdayî rehendê pêk tên û nûner bi rêya saziyan tên hilbijartin. Hevserokên meclîsan li gorî sîstema piraniyê (ji sedî 50 + 1) ji nav van nûneran tên hilbijartin û hevserokên meclîsê bi awayekî xweser dibin endamên Meclîsa Demokratîk a Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Hevserokên meclisên rehendan di heman demê de li gel hevserokên desteya pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser dibin Rêveberiya Rehendê.

HEMAHENGIYA DI NAVBERA MECLÎS Û DESTEYAN DE

Meclisa Rehendan ji bo desteya peywendîdar a Rêveberiya Xweser weke lêvegerkê (şêwirmendekê) kar dike; meclis biryarên giştî digire û di pêvajoya cîbicîkirina wan de karên desteyê dişopîne.

Mizgîn Hesen diyar kir ku meclîsên rehendan hêzê didin desteyên peywendîdar ku biryaran di cih de bigirin û bi awayekî saxlem bêne pêkanîn. Mizgîn Hesen da zanîn ku deste endamên meclîsên rehendan e û got: “Rehend jî dibin şêwirmendên ji bo girtina biryaran, ango rehend nûnertiya desteyan dikin, dest jî nûnertiya rehendan dikin, her du bi hev re her tiştên di çarçoveya rehendê de birêve dibin. Meclisa rehendê biryaran digire, deste jî biyaran pêk tîne û hevdu temam dikin. Dikare bê gotin ku rola meclisa rehendê çavdêriya li ser çawaniya cîbicîkirina kar û asta pêkanînê ye.”

GER DESTE DI KARÊ XWE DE LAWAZIYÊ BIKE DÊ ÇI BIBE?

Eger di cîbicîkirina biryaran de kêmasî çêbibin, Meclisa Rehendê dikare têkiliyê bi Meclîsa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser re çêbike û tedbîrên yasayî bigire.

Mazgîn Hesen derbarê vê mijarê de ev agahî parve kirin: “Meclisa rehendê weke saziya çavdêriyê ya li ser saziyên girêdayî rehendê ye, lewma dema ku deste karên xwe weke tê xwestin neke, meclis dikare li gorî yasayê tedbîran bigire; ango li vir du alî hene, yek ji wan deste ye ku girêdayî Meclisa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser e û ya din jî meclisa rehendê ye ku erka wê çavdêrî ye.

Dema desteyek karê xwe baş neke û li dijî wê biryarek ji aliyê meclisa rehendê ve were girtin, ev biryar diçe Meclîsa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Êdî Meclisa Cîbicîkar lêkolînê li ser mijarê dike û bi meclisa rehendê re derbarê desteyê de biryarekê dide, dibe ku biryar bide ku hevserokatiya desteya pêwendîdar were guhertin.”

HEM XWESER HEM HEVKAR IN

Di sîstema Meclîsên Rehendan ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, her sazî di çarçoveya karê xwe de bi awayekî xweser tevdigere, lê girêdayî biryarên hevbeş ên meclîsa xwe ya rehendê ne.

Hevseroka Desteya Maf û Edaletê Mizgîn Hesen şeklê pêkanînê yê Desteya Maf û Dadmendiyê ji vê mijarê weke mînak nîşan da û wiha dom kir: “Di bin siwaneya Meclisa Rehendê ya Desteya Maf û Dadmendiyê de gelek saziyên wekî rêxistinên mafên mirovan, akademiyên hiqûqê, fakulteyên hiqûqê yên zanîngehan, Meclîsa Dada Civakî, Yekîtiya Hiqûqnasan, Desteya Maf û Dadmeniyê ya Rêveberiya Xweser, saziyên mafên jinan û hwd. hene. Ev sazî di civînên giştî de nîqaşan dikin û biryaran bi hev re digrin. Her saziyek li gorî erka xwe di ber pêkanîna van biryaran de berpirsyar e. Meclis jî pêkanîna van biryaran dişopîne, derbarê saziyên ku di pêkanînê de lawaziyan dikin tedbîrên pêwîst digire”.

SÎWANEYA GIŞTÎ: MECLÎSA DEMOKRATÎK A GELAN

Li gorî agahiyên Mizgîn, hevserokên meclîsên rehendan di Meclîsa Demokratîk a Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cîh digirin. Di civînên Meclisa Demokratîk a Gelan de biryarên jêr di asteke berfireh de tên gûtûbêjkirin û beriya ku biryar bêne erêkirin, ji hemû aliyên hiqûqî û civakî ve têne nirxandin.

GIRÎNGIYA MECLISÊN REHENDAN

Li Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo avakirina meclisên rehendan di her warî de gavên pratîkî tên avêtin. Mizgîn Hesen destnîşan kir ku hedef tenê ew nîn e ku biryarên kolektîf bên girtin, di heman demê de hewl didin pêdiviyên civakê bicîh bînin û wiha dom kir: “Meclisên rehendan demokrasiya civakî bihêz dike, her wiha bi rêya rêxistinkirina karên hevbeş a di navbera saziyên cîbibîkar û yên şopandinê de pergala civakî xurt dike. Di encamê de pêşketinên girîng çêdibin.

Mezgîn Hesen diyar kir ku meclîsên rehendan bingeha sîstema konfederalîzma demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Ev sîstem di rêveberiyê de guhertineke girîn pêk tîne, êdî li şûna ku biryar ji aliyekî tenê ve bêne girtin, dê bibin biryarên hevbeş ên li ser bingeha gotûbêj û lihevhatina civakî.”

(k)

ANHA