Civîna KNK’ê ya bi partiyên Kurdan re dest pê kir

KNK’ê li navenda xwe ya li Qamişloyê bi partiyên Kurdan ên li Rojava re civînek li dar xist. Di civînê de peymana di navbera QSD’ê û hikumeta demkî ya Şamê de hat xwendin û girîngiya yekitiya Kurdan tê nîqaşkirin. Civîn ji çapemeniyê re girtî didome.

Civîna KNK’ê ya bi partiyên Kurdan re dest pê kir
Civîna KNK’ê ya bi partiyên Kurdan re dest pê kir
Civîna KNK’ê ya bi partiyên Kurdan re dest pê kir
Civîna KNK’ê ya bi partiyên Kurdan re dest pê kir
Civîna KNK’ê ya bi partiyên Kurdan re dest pê kir
30 ÇILE, 2026   13:38
QAMIŞLO

Duh (29’ê Çileyê) şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo piştgiriya berxwedana Rojava û yekbûna gelê Kurd, hat Rojava. Şande ji hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs, endamên rêveber ên KNK’ê Dr. Şêrko Heme Emîn, Dr. Hekîm Kerîm, Perwîn Ezîz û endama kongreyê Mecda Ebas pêk tê. 

Îro KNK’ê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civînek ji partiyên Kurdan ên li Rojava re li dar xist.

Civîn ji aliyê sekreterê giştî yê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo û endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Ekrem Hiso ve hat birêvebirin.

Di civînê de reşnivîsa peymana di navbera QSD’ê û hikumeta demkî ya Şamê de hat xwendin û di vê pêvajoyê de girîngiya yekitiya gelê Kurd û rewşa dawî hat nîqaşkirin.

Piştî xwendina metna peymanê, civîn ji çepemeniyê re girtî didome.

Dê KNK piştî civînê bi ENKS’ê re civînekê li dar bixe.

(bî-sb)

ANHA