Sersaxî ji malbata şehîd Elaa El Selûmî hat xwestin

i bo şervanê QSDˈê Elaa Hesen El Selûmî merasîmek hat lidarxistin û taziye hat qebûlkirin.

Sersaxî ji malbata şehîd Elaa El Selûmî hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Elaa El Selûmî hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Elaa El Selûmî hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Elaa El Selûmî hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Elaa El Selûmî hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Elaa El Selûmî hat xwestin
12 kanûn, 2024   16:03
QAMIŞLO

Ji bo şervanê Hêzên Komandos ên QSDˈê Elaa Hesen El Selûmî ê ku 7ˈê kanûna îsal di berxwedana li Helebê de şehîd bûbû, konê sersaxiyê li gundê gundê wî (Filistîn El Xerbiye yê li başûrê bajarê Til Hemîsê) hat vedan. Bi sedan şêniyên bajarê Til Hemîsê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û tevgerên jin û ciwanan herikîn bin kon û sersaxî dan malbatê.

Di bin konê sersaxiyê de merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de piştî deqeya rêzgirtin endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Hesen şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Ji bin vî konê şeref û rûmetê em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin. Bi şehadeta xwe rêya azadiyê nîşanî gelê xwe kir."

 Endama Meclisa Kongra Star a bajarê Til Hemîsê Xaliya El Casim jî soza şopandina xeta şehîdan da û wiha doma da axaftina xwe "Xwîna şehîdan ne erzan e. Şehîd fîzîkî diçin, lê di dil û bîra me de timî zindî ne. Eger dijmin destdirêjî axa me bike em ê banga welat bi cih bînin û di rêya parastina wê de şehîdan bidin."

Di dewama merasîmê de endama Komîteya Jinan a Meclisa Bajarê Til Hemîsê Emşe El Feyhan axivî û got, "Gelên azad bi xwîna şehîdên leheng ava dibin. Ne ji şehîdan bûye wê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibûya wargeha çeteyên DAIŞˈê yên ku desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd Elaa El Selûmî hat xwendin û bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re şehîd" radestî malbata wî hat kirin.

(bb)

ANHA