‘Bi hevgirtin û piştgiriya hêzên xwe em ê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin’

Şêniyên bajarê Tirbespiyê xuya kir ku bi hevgirtin û yekitiya pêkhateyan destkeftiyên mezin bi dest xistine. Şêniyan piştevaniya xwe ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk anî ziman.

‘Bi hevgirtin û piştgiriya hêzên xwe em ê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin’
15 kanûn, 2024   05:10
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên “Artêşa Nîştîmanî ya Sûriyeyê” dest bi êrişên li ser herêmên Şehba û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û bûn sedema koçberiyê.

Şêniyên bajarê Tirbespiye yê kantona Cizîrê diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve ew hevgirtî ne û bi saya hevgirtina xwe karîn Rêveberiya Xweser û hêzên xwe yên parastinê ava bikin.

Siyamend Îbrahîm diyar kir ku piştî hilweşandina rêjîma Baasê herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û dewleta Tirk a dagirker ji vê qonaxê sûd werdigire û êrişî herêmên Şehba, Minbic û Kobanê dike ku bû sedema koçberiyê.

Îbrahîm bal kişand ser wê yekê ku ew dixwazin bi hevgirtina civakî vê qonaxê bi awayekî aştiyane derbas bikin û li hemberî hemû xeteriyên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe bidin. Her wiha tekez kir ku ew piştevaniya hêzên xwe yên leşkerî dikin.

Hesîna Xelef ku ji pêkhateya Ereb e der barê mijarê got: "Êrişên dagirkeriya Tirkiyê bûne sedema pêleke mezin a koçberiyê. Civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim hevgirtî bû, û dê vê hevgirtina xwe biparêze, ji ber ku ti cudahî di navbera pêkhateyan de nîne. "

Her wiha diyar kir: "Hewldanên dagirkeriya Tirk ên ji bo nakokiyan di navbera pêkhateyan de çêbike, wekî berê têkçûn û wê bi ser nekevin. Em bi QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re yekgirtî ne da ku ewlehî û aramiyê li herêmê biparêzin. "

Ebdulrehîm Hiso jî got: "Herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe piştî rûxandina rêjîma Esed". Her wiha diyar kir ku gelê Sûriyeyê di van 13 salên dawî de gelek êş kişandiye û êrişên dagirkeriya Tirk van êşan girantir dikin. Yekitiya pêkhateyan, Kurd, Ereb û Siryanî dikare hemû êrişan têk bibe. Ev pêkhate hemû ji bo jiyana hevbeş a aştiyane piştgiriya QSD`ê dikin. "

Hiso wiha lê zêde kir: "Çareseriya siyasî li Sûriyeyê divê li ser bingeheke nenavendî, demokratîk ji bo hemû gelê Sûriyeyê û bidawîkirina dagirkeriyê be.”

(k)

ANHA