‘Eger em Rêberê xwe azad nebînin em ne azad in’

Şêniyên bajarê Amûdê diyar kir ku heya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê li qadan bin û got “Eger em Rêberê xwe azad nebînin hingî em ne azad in.”

‘Eger em Rêberê xwe azad nebînin em ne azad in’
15 kanûn, 2024   03:10
QAMIŞLO
SÎMAV MEHMÛD

Şêniyên ji bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê pergala qirkirin û îşkenceyê ku desthilata Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne, şermezar kir.

Şêniya bi navê Emşe Şêxmûs anî ziman ku divê li qadan bin heya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin û got: “Eger em Rêberê xwe azad nebînin, hingî em jî ne azad in.”

Emşe Şêxmûs diyar kir ku azadiya jinan bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê dike û wiha domand: "Jin bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan cihê xwe di hemû qadan de digirin.”

Emşe Şêxmûs da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî di girtîgeha Îmraliyê de hatiye ragirtin, lê ramanên wî yên banga yekitî, projeya neteweya demokratîk dike azad e û di her mirovekî azadxwaz de ye.

Şêniya bi navê Şêrîn Dirbas ramanên Rêber Abdullah Ocalan wekî kilîta çareserkirin pirsgirêka Kurd û rawestandina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav kir û got mafê Rêber Abdullah Ocalan heye malbat û parêzerên xwe bibîne.

Şêrîn da zanîn ku pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Rêber Abdullah Ocalan hewl dide projeya neteweya demokratîk pêk bîne, lê tevahî dewleta naxwazin fikrên wî belav bibin. Em li gorî fikr û felsefeya Rêberê xwe kar dikin. Hemû gotinên wê yên destpêka şoreşê dema gotibû wê şer heya 2025’an dewam bike, li ser erdê çêdibin.”

Şêniyê bi navê Semîr Orkêş diyar kir ku pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin ne mirovî ye û got ji bilî gelê Kurd hemû gelan mafên xwe standine.

Semîr Orkêş diyar kir ku ew azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin û got: "Heya azadiya wî ya fîzîkî em ê bi fikr û felsefe û projeya wî ya demokratîk girêdayî bin û tê bikoşin.”

(bb)

ANHA