Çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî’ sûcên hovane pêk anîn

Çeteyên dewleta Tirk li dijî gelê kantona Efrînê û Şehbayê tawanên hovane pêk anîn. Şêniyên kantonê di dema koçberiyê de rastî sûcên mîna serjêkirin, kuştin, îşkencekirin, revandin û talankirina mal û milkan hatin.

Çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî’ sûcên hovane pêk anîn
15 kanûn, 2024   04:10
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Îbrahîm Xelîl ê 60 salî yê ji bajarê Efrînê yê dagirkirî, du caran tûşî koçberiyê bû. Carekê di sala 2018'an de ji bajarê xwe koçber bû û cara duyem jî ji Şehayê ku di 2’yê Kanûna 2024’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin.

Îbrahîm Xelîl ev 6 sal e li gundê Ehresê dijiya. Xelîl got: "Di 18’ê Adara 2018`an de em cara yekem ji Efrînê derketin û hatin Şehbayê, lê êş û azara koçkirina ji Şehbayê du qat bû. "

Xelî da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker (Artêşa Nîştîmanî) li Şehbayê ew dorpêç kirin, hinek ji şêniyan dîl girtin û hovîtî kirin.  

Îbrahîm Xelîl saet 17:00’an bi malbata xwe re ji gundê Ehresê ber bi Tilqirahê ve bi rê dikeve û wiha dewam kir: "Piştî ku çeteyên Artêşa Nîştimanî hatin wir, gefa kuştinê li xelkê xwarin, tirs kete nava xelkê. "

Xelîl got Artêşa Nîştimanî 2 jin ser jê kirine û wiha dewam kir: "Yek ji wan jinên ku hatine serjêkirin, navê wê Raniye ye û ya din jî hevjîna şofêrekî bû ku ez navê wê nizanim.”

Xelîl destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 birayên hev yên ji pêkhateya Ereb ên li Tilqirahê ser jê kirin û got: "Çete ji Ezazê hatine û bi hinceta ku bi rêvebiriyê re dixebitin, ew her sê bira serjê kirin.”

Îbrahîm Xelîl tevî bi deh hezaran koçberên Efrînê, piştî rêwîtiya koçberiyê ya 12 saetan pir êş kişand. Xelîl got: “Bi rê de şênî rastî zehmetiyên mezin hatin, hin kesan erebeyên xwe di nîvê rê de hiştin, jin û zarok li peyarêyan razan heta ku em gihaştin Tebqayê. "

Piştî ku Xelîl bi darê zorê ji gundê xwe derket, çete ketin mala wî û talan kirin û şewitandin. Xelîl li vê jî got: "Berî şewitandina mala min, bi hinceta ku ez bi Rêveberiya Xweser re kar dikim, hemû tiştên malê dizîn. Çeteyan mal û milkên hemû xelkê wir talan kirin. "

Xelîl diyar kir ku rewşa kesên ku li kantona Şehbayê asê mane, xerab e ku ji ber dorpêçkirina çeteyan nekarîn derkevin derve û wiha lê zêde kir: "Ji wir agahî hene ku kiryarên îşkencekirinê berdewam in û çete li xortan digerin. Agahî li ba min hene ku zêdetirî 15 xort hatine revandin.”

Îbrahîm Xelîl piştî ku bi darê zorê ji gundê Ehredê yê kantona Şehbayê derket, ew û malbata xwe derbasî Qamişloyê bûn.

(k)

ANHA