Li Hesekê teqemeniyek bi zarokekî de teqiya

Li parkeke taxa Kebaba ya bajarê Hesekê teqemeniyek bi zarokekî de teqiya û birîndar bû.

Li Hesekê teqemeniyek bi zarokekî de teqiya
13 hezîran, 2026   23:24
HESEKE

Li parkeke taxa Kebaba ya bajarê Hesekê agirek rû da, zarokekî ku hewl dida alîkariya vemirandina agir bike, teqemenyek pê de teqiya û birîndar bû.

Zarokê bi navê Iyan Umer rakirin nexweşxaneyeke bajarê Hesekê û rewşa wî ya tenduristî aram e.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn herêm dorpêç kirin û lêpirsînê dest pê kirin.

(k)