Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kes hatin kuştin

Di 24 saetên dawî de li Sûriyeyê di bûyerên cuda de herî kêm 9 kes hatin kuştin.

Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kes hatin kuştin
29 hezîran, 2025   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda  Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di 24 saetên dawî de li Sûriyeyê di bûyerên cuda de herî kêm 9 kes hatin kuştin.

Li bajarê Serê Kaniyê yê dagirkirî, çeteyekî Tirkiyê hat kuştin. Li gundê Kaftînê yê li gundewarê Îdlibê jî melayekî mizgeftê  ji aliyê çekdarekî nenas ve ku li motorsîkletê siwar bû hat kuştin.

Li gundewarê Hesekê, ciwanek li herêma Hema El Muşêrfa bi guleyekê hat kuştin, yekî din jî di nav zeviyekê de li herêma El Saqî ya bajarê El Nebkê ji aliyê êrişkarên nenas ve hat kuştin.

Li bajarokê El Kerame yê li gundewarê rojhilatê Reqayê jî di pevçûneke çekdarî di navbera du malbatan de, kesek hat kuştin.

Li kampa Dêr Hesan a li gundewarê bakurê Îdlibê, di dema pîrozbahiyên vegera heciyan de keçek bi guleyeke şaş hat kuştin.

Li bajarê Siweydayê, ciwanekî 17 salî dema ku di mala xwe çek paqij dikir, bi guleyekê hat kuştin. Li bajarê Minbicê yê dagirkirî, di pevçûneke çekdarî de di navbera eşîran de, du kes hatin kuştin.

(k)