Şehîd Xalid El Muxîr li goristana Tebqayê hate oxirkirin

Xelkê Tebqayê cenazeyê şehîd Xalid El Muxîr ê endamê Hêzên Têkoşîna Dijî Terorê li goristana şehîdan a Tebqayê oxir kir.

Şehîd Xalid El Muxîr li goristana Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Xalid El Muxîr li goristana Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Xalid El Muxîr li goristana Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Xalid El Muxîr li goristana Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Xalid El Muxîr li goristana Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Xalid El Muxîr li goristana Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Xalid El Muxîr li goristana Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Xalid El Muxîr li goristana Tebqayê hate oxirkirin
14 mijdar, 2023   16:26
TEBQA

Bi sedan xelê Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, komîte û nivîsgehên girêdayî wê, meclisên leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, tevgerên jin, ciwan û rûspiyên eşîran beşdarî merasîma veşartina cenazeyê şehîd Xalid El Muxîr bû.

Endamê Hêzên Têkoşîna Dijî Terorê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid El Muxîr di 13′ê Mijdarê li ser erka xwe ya leşkerî de şehîd bûbû.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hind El Xelîl di merasîmê de axivî û wiha got: "Şehîd ronahiya nifşan in, bi saya wan û fedakariya wan em îro li vir in. Ji ber ku wan rojekê jî li hember parastina vê xakê ji qirêjiya terorê û sekna li hember êrişên dijmin dudilî nebû."

Hind wiha domand: "Em dev ji parastina desktefî û xaka xwe bernadin û tiştê herî giranbiha di oxira wê de bidin."

Li aliyekî din jî hevserokê Komîteya Hundirîn Riyad El Walî axivî û wiha got: "Em soz didin şehîdan em ê li ser rêça wan bimeşin û armanca wan pêk bînin û heta dawiyê parastina vê xakê bikin."

El Walî anî ziman ku ew ê li hember tevahî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin û ji bo parastina nirx, ewlehî û îstîqrara herêmê bibin mertal û ji terorê paqij bikin.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(fr)

ANHA