Bi deh hezaran kes ji bo Rojava li qadan bû

Li Ewropayê bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan xwestin ku dorpêça li ser Kobanê demildest rabe û peyama "gelê Rojava ne bi tenê ye" dan.

  Bi deh hezaran kes ji bo Rojava li qadan bû
8 sibat, 2026   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Ewropayê meş û mitîngên ji bo piştgiriya berxwedana Rojava dewam dikin.

KOLN

Li bajarê Koln ê Almanyayê, ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve ji bo piştevaniya bi Rojava re meşekî girseyî hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya stasyona trenê ya serkee li hev civiyan, alên YPG û YPJ’ê hilgirtin û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Gelê Kurd Yek e” berzkirin.

Hunermendên TEV-ÇAND’ê yên ku ji bo piştevaniyê çûbûn Rojava jî piştgirî dan meşê. Girseyê tevî dirûşmeyan dest bi meşê kir û heta Ebertplatzê meşiya. Li vir, geşedanên dawî yên derbarê Rojava de bi Elmanî bi raya giştî ya Elman re hate parvekirin.

Piştre, hunermend Xelîl Xemgîn axivî. Xemgîn destnîşan kir ku ji bo misogerkirina statuya Rojava bi destûra bingehîn, girînge ku siyaseta Kurd bi hev re tevbigere.

Çalakî bi dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Ji Rojava re statu” bi dawî bû.

SAARBRUCKEN

Kurdistanî û dostên wan ên li Landwehrplatza navenda bajarê Saarbruckenê li hev civiyan, bi daxwaza dawîkirina dorpêça li ser Kobanê, li navenda bajêr meşiya. Di çalakiyê de îşaret bi qutbûnên av û kehrebeyê yên li Kobanê hat kirin.

Girseya ku ji navenda bajar dest bi meşê kirin, di tevahiya meşê de destnîşankirin ku divê Kobanê bi tenê neyê hiştin.

Girseyê piştî meşê dirûşmeyên bi Tirkî, Kurdî û Elmanî berz kir. Girseyê gelek caran dirûşmeyên, “Solidarität mit Kobanê”, “Stoppt die Belagerung von Kobanê”, “Kobanê ne tenê ye”, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bila dorpêç were rakirin”, “Gelê Kurd yek e“ hatin berzkir û banga rakirina dorpêçê kir.

Girseyê piştî meşê, li Landwehrplatz kom bû û mitîngek li dar xist. Di axaftinên mitîngê de hate destnîşankirin ku tiştên ku diqewimin ne tenê pevçûneke herêmî ye, krîza mirovî ye ku rasterast sivîlan hedef digre û banga berpirsyariyê li saziyên navneteweyî û hikûmeta Elman hate kirin.

Meş û mitîng bi peyama wê piştevaniya bi Kobanê re dewam bike, bi dawî bû.

Graz

Li bajarê Graz ê Awusturyayê, Kurdistanî û dostên wan ji bo piştevaniya bi Rojava re û ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê meşek li dar xistin.

Beşdar saet di 14:00’an de li Meydana Hauptbahnhofê civiyan û piştî xwendina Marşa Neteweyî ya Kurdistanê, Ey Reqîb, dest bi meşê kirin. Di dema meşê de êrişên ku sivîlan dikin hedef hatin şermezarkirin û banga rakirina dorpêça li ser Kobanê hate kirin. Girseya gel her tim sloganên wekî “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Ji Rojava re statû, ji jinan re azadî!”, “Defend Rojava” û “Em di xweparastinê de ne” berz kirin. Bi vî rengî hat destnîşankirin ku têkoşîna gelên Rojava ya ji bo azadî, aştî û jiyana demokratîk ne bi tenê ye.

Piştî ku meş li qada diyarkirî bi dawî bû, li ser navê komîteya amadekar daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gelê Kurd bi pergala xwe ya xweparastinê li ser piyan maye û wê her tim wiha be. Her wiha hat diyarkirin ku îxanet roj bi roj zelaltir dibe û li ser neteweya Kurd tunekirineke bi tevahî tê ferz kirin, lê bi saya berxwedanê ev lîstik hatine pûç kirin.

Çalakî bi ragihandina komîteya amadekar bi dawî bû ku sibê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Grazê ji bo bîranîna şehîdên Rojava bernameyeke bîranînê bê li dar xistin.

KIEL

Meşa li Kielê li Bahnhofê dest pê kir û li Asmus-Bremer-Platzê bi dawî bû. Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Girseyê di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Şehîd namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Kurdistan yek welat e” û “Gelê Kurd yek e” berzkirin.

Di daxuyaniya piştî meşê de hate destnîşankirin ku êrişên li ser Rojava li dijî hiqûqa navneteweyî ye û bêdengiya hikûmeta Elman û raya giştî ya navneteweyî hate rexnekirin. Axaftvanan diyarkirin ku têkoşîna azadî û jiyana bi rûmet a gelê Kurd rewa ye û banga mezinkirina piştevaniyê kirin.

Dorpêça li Kobanê û qeyrana mirovî jî ji aliyê beşdaran ve hate protestokirin.

KASSEL

Li Kasselê jî gel li pêşiya Hauptbahnhofê kom bûn û heta Qada Kasselê meşiyan. Di tevahiya meşê de, alên YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin. Girseyê gelek caran dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Kuejr Colanî”, “Bijî Kobanê” berz kirin. Di axaftinên çalakiyê de banga rakirina dorpêça li ser Kobanê û berpirsyarî girtina welatên Ewropayê hate kirin.

Di çalakiyên her du bajaran de jî hate peyama, “Rojava ne bi tenê ye” hate dayîn û hate destnîşankirin ku wê protesto û çalakiyên bi vî rengî dewam bikin.

VIYANA 

Li paytexta Awusturya Viyanayê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina dorpêç û êrişên li ser Rojava meşiyan. Girseya ku li Heldenplatzê hat cem hev, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin.

Li vir parlamentera SPO’yê Sara Costa, siyasetmedar Cuma Tak û endamê Komîteya Çalakiyê ya Platforma Parastina Kurdistanê Ahmet Zirek axivîn. Sara Costa diyar kir ku dorpêça li ser Rojava hewcedarî bi piştgiriyeke navnetewî ya lezgîn heye û wiha got:

 “Ev ne tenê parastina mafan e, biryardayîn e. Ev gava li Rojava hatî avêtin, di cîhaneke patrîyarkal de gaveke wêrek e. Wateya vê gavê, bi taybetî di tundiya li dijî jinan de xwe nîşan dide. Mixabin ev tundiya pir belav bûye. Lê tiştek eşkere ye: Dema jin ji bo mafên xwe şer dikin û dibin hedef, ev êrişek li ser me hemûyan e. Ev êrişek li ser ramana jiyana azad û biryardariya jinê ye. Ez wekî sosyalîstekê, bi rastiya demokrasiyê û berpirsyariya civaka navnetewî ya ji bo parastina jiyan bawer dikim. Bêyî wekheviyê aşitî ne aşitiyek rastîn e. Em li vir in; ji ber ku em naxwazin normalîzekirina tundiyê qebûl bikin. Di cîhaneke ku her ku diçe aloztir û tundtir dibe de, dibe ku her gav bersivên me nebin. Lê bêdengî ne alternatîf e. Divê dengê mirovahiyê li dijî şer her tim bilindtir bibe.

Cuma Tak jî silav li hemû berxwedanên Ewropayê kir û bal kişand ser hêza têkoşîna azadiyê ya gelan. Tak got: “Li Kurdistanê her tişt bi berxwedanê tê qezenckirin. Êrişên li ser Rojava biryara peymaneke navnetewî ya li Parîsê bû. Planker û pêkhatînerê vê, dewleta Tirk a faşîst e. Dibêjin ‘Em şaşiya li Başûr kirî, li Rojava nakin’. Raperîna Kurdan li her derê cîhanê, civandina kongreya netewî kiriye ferz. Divê bi vê kongreyê destkeftiyên Kurdan werin hevparkirin. Rêxistina hevpar, artêşa hevpar û dîplomasiya hevpar divê were avakirin. Berxwedana gelê me ya li Ewropayê nîşan dide ku ev têkoşîn ne tenê ya herêmekê, ya hemû mirovahiyê ye.

Piştî axaftinan girse bi dirûşmên “Gelê Kurd yek e” û “Bijî berxwedana Rojava” heta Schwarzenbergplatzê meşiyan. Di dema meşê de belavokên li ser rewşa Rojava hatin belavkirin. Li ser navê Komîteya Çalakiyê Ahmet Zirek axivî û got: “Hêza civakî ya gelan ji hêza dewletan mezintir e. Heta Rojava bibe xwedî statû, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em li vir in û em ê her hebin.’’

Çalakî bi dirûşmên “Rojava, Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” bi dawî bû.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê yê Almanyayê, bi dirûşma “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statu” meşeke girseyî hat lidarxistin. Meş li herêma Laatzen, Leine Centerê dest pê kir û beşdaran ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê deqeyek rêz girtin.

Di dema meşê de polîsên Hannoverê astengî derxistin û destûr nedan hinek pankart û flamayan, ku ev yek bû sedema nerazîbûnê. Girseya gel bi posterên Rêber Apo û bi sloganên “Bijî Serok Apo”, “Ji Rojava re statu”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Kurdistan yek e” nêzî 5 saetan meşiya û gihîşt ber Parlamena Eyaleta Saksonya Jêrîn.

Li wir mîtîngek hat kirin û Hevserokê FED-DEM’ê Latif Karakaş axivî. Karakaş bal kişand ser komployên salên 1996 û 1999’an ên li dijî Rêber Apo û dewletên ku di komployê û tecrîdê de cih girtine şermezar kir. Karakaş got: “Azadiya Rêbertiya me, azadiya gelê Kurd e. Komplo bi ser neket û em ê qadan neterikînin.

TOULOUSE

Li bajarê Toulouse yê Fransayê jî, bi beşdariya Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê meşek hat lidarxistin. Girseya ku saet di 16.00’an de li rawestgeha metroya Jean Jaurès hatin cem hev, ji bo Şehîdên Azadiyê rêz girtin.

Di meşê de dirûşmên “Rojava vaincra, Rojava vivra” (Rojava wê bi ser bikeve, Bijî Rojava), “Solution politique pour le Kurdistan” (Ji bo Kurdistanê çareseriya siyasî), “Jin, jiyan, azadî”, “Rojava, Rojhilat, Kurdistan yek welat” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin qîrîn.

Serokê La Partie de Gauche Jean-Christophe Sellin û Nicolas ji Secours Rouge tevlî meşê bûn û peyamên piştgiriyê dan berxwedana Rojava. Parlamenterê Fransa ya Serhildêr (LFI) Hadrien Clouet jî diyar kir ku ew baweriyê bi hikûmeta Colanî nayînin û bang kir ku statuya Rojava bi fermî bê naskirin.

Girseya ku bi dirûşme û muzîkê gihîşt ber Stasyona Gare Matabiau, piştî xwendina daxuyaniyan belav bû.

BERLÎN

Li Berlîna paytexta Almanyayê meş û mîtîngek li dar xistin. Di çalakiya ku bi hezaran kes beşdar bûn de hat diyarkirin ku komploya navneteweyî û êrişên li ser Rojava ji hev ne serbixwe ne û berdewamiya heman polîtîkayên tunekirinê ne.

Bi banga hevpar a Nav-Berlin, Meclîsa Jinê ya Destdan, WDR Berlin, GK Berlin, Jinên Ciwan Berlin, KJAR Berlin, Kongra-Star Berlin, Ciwanên Berlin, Navenda Çanda Rojava, Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA), Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB), Cenî û Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê, girse li Breitscheidplatzê hatin ba hev û bi deqîqeyek rêzgirtinê dest bi çalakiyê kirin.

Piştî rêzgirtinê, ji Ocaqa Sinemillî Pir Cemal gulbang da. Li ser navê Meclîsa Êzidî ya Berlînê û Civaka Îslamiya Kurdistanê nûneran axaftin kirin.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku erdheja 6’ê Sibata 2023’an, tevî ku li Tirkiyeyê wek "felaketa xwezayî ya sedsalê" hat pêşkêşkirin jî, di rastiyê de wêraneke siyasî ya hişmendiya dewleta serdest bû. Hat diyarkirin ku herî zêde gelê Elewî bedel daye, erdnîgariya Elewiyan bi zanebûn bi tenê hatiye hiştin û tîmên rizgarkirinê bi zanebûn nehatine şandin.

Hat gotin ku zarokên piştî erdhejê sax mane û malbatên xwe winda kirine, radestî saziyên dînî-tarîqatan hatine kirin da ku ji nasnameya xwe ya Elewî bên dûrxistin; ev polîtîka jî wekî siyaseteke tunekirinê ya li pişt "felaketa xwezayî" hatiye veşartin hat pênasekirin.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku îro heman siyaseta tunekirinê bi amûrên cuda li Rojava û Kobanê tê meşandin. Hat gotin ku bermahiyên DAÎŞ’ê yên wekî çeteyên HTŞ’ê ku dewleta Tirk piştgiriyê dide wan, êrîşên xwe yên qirkirinê li ser Elewiyên Ereb didomînin û tirsê bi awayekî sîstematîk belav dikin.

Hat diyarkirin ku ev polîtîka ne tenê bi Elewiyan re sînordar in; Dûrzî, Xiristiyan, Suryanî û Êzidî jî ji aliyê hişmendiya yekparêz û cîhadîst ve tên hedefgirtin. Hat destnîşankirin ku Kobanê, bi rewşa xwe ya ku av, elektrîk û xetên pêwendiyê lê hatine birîn, mînaka herî dijwar a vê zilmê ye.

Di çalakiyê de hat diyarkirin ku bi pêşengiya gelê Kurd û bi taybetî jinên Kurd berxwedaneke bi hêz tê meşandin. Hat gotin ku çeteyên HTŞ’ê hewl didin mafê protestoya rewa bi tawanbariya "terorê" bifetisînin û êrîşên sîstematîk li ser jin û ciwanan pêk tînin.

Di çalakiyê de bang hat kirin ku piştgiriya bi gelê Rojava re yê ku bi ruhê serhildanên "Jin Jiyan Azadî" li ber xwe dide, bê mezin kirin. Di mîtînga ku bi siloganên car caran berdewam kir de, çalakgeran destnîşankirin ku heta êrîşên li ser vîna jiyana demokratîk, piralî û azad a Rojava bi dawî nebin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

SWÎRE

Bi pêşengiya şaredariyên Lozan, Renens û Vevey û bi hevkariya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê (NCDK-Lozan) û Meclîsa Jinan a Lajîn, ji bo Heyva Sor çalakiyeke piştgiriyê hat lidarxistin. Siyasetmedar û şaredarên Swîsreyî jî beşdarî çalakiyê bûn. Hemû dahata şevê ji bo alîkariya Rojava ji Heyva Sor re hat bexşkirin.

Çalakiya ku li Salle de Spectacle a li bajarê Renensê pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên berxwedana Rojavayê dest pê kir. Hevseroka NCDK-Lozanê Aysel Argîn xîtabî beşdaran kir û got: "Em vê êvarê ji bo Rojava hatine cem hev. Ez spasiya şaredar, endamên meclîsa şaredariyê û nûnerên partiyên siyasî dikim ku keda wan di vê şevê de heye. Em hemû kesên ku piştgiriya mezin dikin silav dikin. Bijî Berxwedana Rojava."

Hevseroka Heyva Sor a Kurdistanê Hediya Abdullah bi peyameke dîmen beşdar bû û spasiya kesên piştgirî dane kir. Hediya Abdullah diyar kir ku: "Bi êrişên dawî re bi hezaran mirovên me di dibistan û mizgeftan de dimînin. Kobanê di bin dorpêçê de ye û krîzeke giran a mirovî tê jiyîn. Ev alîkarî ji bo gelê me pir girîng bûn. Em minetdarê hemû xêrxwazan in û daxwaz dikin ku alîkarî berdewam bikin."

Di çalakiyê de Şaredarê Renensê Jean François Clément, endamê Partiya Karkeran a Lozanê (POP) Xavier Roth, Endama Meclîsa Şaredariya Lozanê ya POP’ê Sevgî Koyuncu, serokê rêxistina ciwanan a Partiya Sosyalist (SP) Julien Berthod û namzeda Endama Meclîsa Şaredariyê ya POP’ê Tanya Nîhal Işik axaftinek kirin.

Dahata ji xwarin û vexwarinên ku di şevê de hatin firotin dê ji Heyva Sor re bê veguhestin. Heyva Sor ragihand ku dê di rojên pêş de derbarê alîkariyan de daxuyaniyeke fermî bide.