Wê Elî Zeydî serdana Ewropayê bike

Berdevkê hikûmeta Iraqê ragihand ku hefteya bê Serokwezîr Elî Falih Zeydî li gel şandeyek bilind dê serdana Fransa û Almanyayê bike.

Wê Elî Zeydî serdana Ewropayê bike
11 îlon, 2026   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê hikûmeta Iraqê Heyder Ebudî, derbarê dema serdana Serokwezîr Elî Falih Zeydî ya ji bo Ewropayê û hevdîtina wî ya li gel serokên çend welatan, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Serokê Encûmena Wezîran Elî Falih Zeydî, li ser vexwendineke fermî û di çarçoveya daxwaza dualî ya ji bo geşepêdana têkiliyên navbera Iraq û Ewropayê de, xwe amade dike ku di destpêka hefteya bê de serdaneke fermî ji bo Fransa û Almanyayê pêk bîne.

Heyder Ebudî destnîşan kir ku mijar û rojevên vê geşta ji bo Ewropayê ji danûstandinên serokatiyê yên li ser pêşxistina hevkariyên dualî yên di warên aborî, veberhênan, bazirganî, enerjî, pîşesazî û teknolojiyê de pêktên, her wiha ji bilî van, dê mijarên çandî, perwerdehî, dosyayên siyasî û ewlehiyê û pirsên herêmî û navneteweyî jî bên nirxandin.

Di dewana daxuyaniyê de hate ragihandin ku Elî Zeydî bi rêya vê serdanê dixwaze têkiliyên Bexdayê li gel Parîs û Berlînê xurt bike û piştgiriya wan ji bo asteke pêşkeftî ya hevkariya aborî û geşepêdanê û asoyên nû li pêşiya şirketên Fransî û Almanî veke werbigire da ku daxilî nav proje û derfetên veberhênanê bibin.

Ev yek jî nîşaneya dîtin û bernameya hikûmeta Iraqê ya di warê cihêrengkirina aboriyê û geşepêdana kertên hilberîn û xizmetguzariyê de ye.

Ebudî da zanîn ku armanca vê serdanê ewe ku lihevkirinên hevpar veguherin ser rêya bi cihanînê û hevkariyên pratîkî, daku di dabînkirina berjewendiyên hevpar de beşdar bin û ber bi rakêşana veberhênan û ezmûnên kalîteyî di kertên pêşîn de piştgiriya Iraqê bikin.

Hêjayî gotinê ye ku di bernameya hikûmeta Serokwezîr Elî Zeydî de xurtkirina kert xizmetguzariyê cih girtiye. Di vê çarçoveyê de, ew bang li hemû şirketên biyanî dike ku werin li Iraqê veberhênanê bikin. Lê, şirket heta piştî 30’ê vê mehê di hatina xwe ya ji bo Iraqê de dudilin. Ji ber ku hêj ne diyare ka dê piştî wê dîrokê çi li Iraqê biqewime.