Bi çekên giran gundên Minbicê tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên Minbicê topbaran dikin. Heta niha 31 topên hawanan li wan gundên tên hedefgirtin ketine.

Bi çekên giran gundên Minbicê tên topbarankirin
7 cotmeh, 2024   17:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên Seyade, Um Edesa û Um Celûd ên bakurê rojavayê Minbicê topbaran dikin.

Li gorî navendê heta niha 31 topên hawanan li wan gundan ketine.

(fr)