Li Amûdê alîkariya welatiyên ji Lubnanê vedigerin dewam dike

Li kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya komkirina alîkariyan ji welatiyên ji Lubnanê vedigerin re koneke din hat vedan. Ev kona 6ʹan li kantonê tê vedan.

Li Amûdê alîkariya welatiyên ji Lubnanê vedigerin dewam dike
Li Amûdê alîkariya welatiyên ji Lubnanê vedigerin dewam dike
Li Amûdê alîkariya welatiyên ji Lubnanê vedigerin dewam dike
Li Amûdê alîkariya welatiyên ji Lubnanê vedigerin dewam dike
Li Amûdê alîkariya welatiyên ji Lubnanê vedigerin dewam dike
Li Amûdê alîkariya welatiyên ji Lubnanê vedigerin dewam dike
Li Amûdê alîkariya welatiyên ji Lubnanê vedigerin dewam dike
Li Amûdê alîkariya welatiyên ji Lubnanê vedigerin dewam dike
7 cotmeh, 2024   17:28
QAMIŞLO

Di çarçoveya însiyatîfa Heyva Sor a Kurdî ji bo alîkariya welatiyên ji Lubnanê vedigerin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xelkê Amûdê bi hevkariya Heyva Sor a Kurdî konek li Qada Jina Azad a bajêr veda. Kon ji bo komkirina alîkariyan hat vedan.

Hevserokê Meclisa Bajarê Amûdê Selman Şêxî diyar kir ku dê piştgiriya madî û manewî ji welatiyan re pêşkêş bikin.

Ji saet 7ʹan sibehê heta 1ʹê nîvro û ji saet 3 piştî nîvro heta 6ʹan, heta 20 rojan alîkarî tên komkirin.

Berê jî Heyva Sor a Kordî û saziyên din konê li Amûdê, Til Temir, Til Birak, Qamişlo, Girkê Legê û Til Hemîsê vedane.

(fr)

ANHA