Meclisa Tenduristiyê ya kantona Efrîn û Şehbayê hat avakirin

Li gorî madeya 104'an a Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Tenduristiyê ya kantona Efrîn û Şehbayê hat avakirin.

7 cotmeh, 2024   17:10
ŞEHBA

Di çarçoveya pêkanîna madeyên Hevpeymana Civakî de ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrîn û Şehbayê, Yekitiya Bijîşkan û yekitiyên qada tenduristî yên kantonê li hola Axîn Welat a bajarokê Fafînê ya Şehbayê, civiyan.

Di civînê de endamên desteyê û nûnerên yekitiyê beşdar bûn. Di civînê de forma dawîn a Meclisa Tenduristiyê ya kantonê hat nîqaşkirin û hevseroketiya wê hat hilbijartin.

Di civînê de li gorî madeya 104'an a Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, avakirina Meclisa Tenduristiyê hat ragihandin. Meclis ji nûnerên sazî û komeleyên bi qada tenduristiyê re têkildar, nûnerên yekitiyên bijîşk û dermansazan, bijîşkên diranan, yekitiyên pîşeyên tenduristî, nûnerên meclisên ekolojî, şaredarî û aboriyê û nûnerên fakulte û peymangehên têkildar, pêk tê.

Di civînê de Ekrem Erebo û Fehîme Koşnak wekî hevserokên meclisê hatin hilbijartin.

Armanc ji avakirina meclisê pêşxistina proje û plansaziyên stratejîk ên qada tenduristî û destekdayîna aliyên ku di vê qadê de dixebitin. Her wiha meclis di navbera wan aliyan de koordîneyê dike û li ser bingeha jiyana ekolojî û avakirina civaka azad dixebite. Li kêlek wê jî meclis hewl dide akademiyên ku asta zanabûna zanistî li ba kadroyên tenduristiyê bilind dikin, pêş bixe û xizmetên di aliyê tenduristiyê de bê pere ji şêniyan re pêşkêş bike.

Ev yekemîn Meclisa Tenduristiyê ye ku li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin. Her wiha li kêlek wê avakirina meclisên aborî û çandiniyê li 7 kantononên herêmê didome.

(mh)

ANHA