Di xwepêşandanên li Siwêdayê de xwepêşandêrek birîndar bû

Li Siwêdayê li dijî hilbijartinên parlamentoyê yên hikumeta Şamê xwepêşandan çêbûn. Polîsên hikumeta Şamê êrişî xwepêşandêran kir û xwepêşandêrek birîndar kir.

Di xwepêşandanên li Siwêdayê de xwepêşandêrek birîndar bû
15 tîrmeh 2024   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Siwêdayê bi sedan kes li dijî hilbijartinên parlamentoyê yên hikumeta Şamê xwepêşandan li dar xist. Xwepêşandêran xwestin hilbijartin werin boykotkirin.

Li gorî mapera Siwêda 24, polîsên hikumeta Şamê gule ketober li xwepêşandêran reşandin. Di encamê de xwepêşandêrê bi navê Cîhad Zeyd Zehredîn ji pişta xwe birîndar bû.

(bb)