Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên hunerî

Bi nêzîkbûna rojbûna Rêber Abdullah Ocalan re, li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

2 nîsan 2024   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên ku bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî û pirsgirêka Kurd re çareserî" ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, berdewam in.

DÊRIK

Kongra Star a bajarê Dêrikê bi vê boneyê civînek li dar xist. Şênî, endamên saziyên civaka sivîl tev li civînê bûn.

Di civînê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Suad Mistefa axivî û got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên herêmê mirovahî ye û xwediyê fikrê azad e yê ku ji bo tevahî civakan tê dikoşe ji bo ku aramî û jiyana hevbeş û aştiyane bi dest bikeve."

TIRBESPIYÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê ji bo zarokên şehîdan şahiyek li Akademiya Şehîd Yekta Herekol li dar xist.

Di şahiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Cîhan Mihemed axivî û got: "Divê em xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin. Divê em destkefiyên wan biparêzin û nifşekî rewşenbîr û zana bigihînin."

Dûre zarokan mûm vêxist û koma Şehîd Dilgeş a Navenda Çand û Hunerê ya Hêzil bernameya xwe ya hunerî pêşandan. Di dawiyê de şêranî û diyarî li zarokan hatin belavkirin.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê jî, Meclisa Malbatên Şehîdan şahiyek ji zarokên şehîdan re li hola Newroz li dar xist. Malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî tev li şahiyê bûn.

MINBIC

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê şahiyek li dar xist. Zarok û malbatên şehîdan, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantonê, deste û saziyên wê, xet û meclisên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Jin) û partî tev li şahiyê bûn ku li hola Parka Beraêm hate lidarxistin.

Di şahiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîan a Minbicê Huzeyfe Ebdo axivî û got: "Em vê rojê li Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Di vê rojê de, xwediyê fikrê azad ji dayîk bû ku fikrê neteweya demokratîk pêşkêş kir a ku avakirina civakeke xwedî nirx û li ser bingeha biratiya gelan armanc dike."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Jin a kantona MInbicê Amara Îbrahîm axivî û got: "Em îro rojbûna rêberê xwe û rêberê hezkirin û aştiyê pîroz dikin. Em li ser fikr û felsefeya wî dimeşin, em tu carî fedakariyên şehîdan ji bîr nakin ên ku ji bo em di nava aştiyê û ewlehiyê de bin, fedakariyên mezin kirin."

Piştî wê, koma malbatên şehîdan, hunermend Can Mistefa berhemên xwe pêşandan. Di dawiya çalakiyê de diyarî li zarokên şehîdan hatin belavkirin.

REQA

Li kantona Reqayê jî, Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo zarokên malbatên şehîdan şahiyek li hola Mişwar li dar xist. Bi sedan malbatên şehîdan, zarokên wan, endamên meclisên leşkerî, sivîl û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê Fatme El Nasan axivî û got: "Bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan em li ser vê erdê di nava ewlehiyê de ne. şehîd, minareya jiyanê û ronahiya ku rêya me ya ber bi azadiyê û serkeftinê ronî dike."

Her wiha dibistana Kewkeb El Tifûle û koma Palmîra ya Navenda Hîlala Zêrîn, berhemên xwe yên hunerî pêşandan.

HELEB

Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Kongra Star a Heleê bi boneya 4`ê Nîsanê, di 31`ê Adar de li 3 xetên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye, dest bilidarxistina semîneran kir.

Semînera herî dawî li xeta şehîd Cengîz û Rûken Zerdeşt a taxa Eşrefiye hate dayîn. Endamên saziyên sivîl, partî û ciwan tev li semînerê bûn.

Di semînerê de endamê rêveberiya însiyatîfê, Mihemed Hecî semîner da û behsa dîroka têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan ji destpêkê ve û heta niha kir.

Dûre sinefizyonek têkildarî Rêber Abdullah Ocalan û zehmetiyên li pêşiya wî derketine, hate pêşandan.

KOBANÊ

Li gundê Elpelûrê yê Kobanê; cihê destpêkê ku Rêber Abdullah Ocalan di wir re derbasî Rojava bûye, çalakiyeke hunerî ji aliyê Hîlala Zêrîn û Weqfa Jinan ve hate li darxistin.

Destpêkê pêşengehek hat lidarxistin, dûre Koma Şehîd Barîn a Hîlala Zêrîn, helbestvan Zîlan, sazbend Ehlam û dengbêjeke pêkhateya ereb berhemên xwe pêşandan.

(şx)

ANHA