Di êrişa li Şengalê de 2 jin birîndar bûn

Di êrişa balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker a li dijî wesayîteke sivîlan a li Kampa Serdeşta Çiyayê Şengalê de, 2 jin birîndar bûn.

Di êrişa li Şengalê de 2 jin birîndar bûn
2 nîsan 2024   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirek bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker îro saet di 12.00’an de li jora Kampa Serdeştê ya Şengalê wesayîteke sivîlan bombebaran kiribû.

Li gorî agahiyên berdest, balafira dewleta Tirk wesayîta sivîlan bombebaran kiriye û di encamê de 2 jin birîndar bûne. Birîndar rakirine nexweşxaneyê.

Der barê êrişê de heya niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.