Li Derayê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
Çekdarên nenas êrişî bendeke kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê ya li rojhilatê Derayê kir. Di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
![Li Derayê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202404/image_870x_660bf9ee9951b.jpg)
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di êrişa li ser benda kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê de ku di navbera bajarokê Besir El Herîr û Nahta yê li rojhilatê Derayê de ye, 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Bi vê daneyê re, SOHR`ê ragihand ku li Derayê ji destpêka Çileyê ve 74 êriş bi rêbazên cuda hatine kirin. Di encamê de 88 kes hatine kuştin ku piraniya wan şênî û leşkerên hikumeta Şamê ne.
(şx)