Bi boneya 4`ê Nîsanê li Til Hemîsê semîner

Meclisa Navçeya Til Hemîsê ya kantona Cizîrê bi boneya 4`ê Nîsanê têkildarî berxwedan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan semînerek da.

Bi boneya 4`ê Nîsanê li Til Hemîsê semîner
Bi boneya 4`ê Nîsanê li Til Hemîsê semîner
Bi boneya 4`ê Nîsanê li Til Hemîsê semîner
6 nîsan, 2024   15:30
QAMIŞLO

Bi boneya Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan gelek çalakî li dar ketin û hîna dewam dikin.

Meclisa Navçeya Til Hemîsê li hola Navenda Çandê ya navçeyê têkildarî berxwedan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan seminerek da. Di semînerê de endamên saziyên sivîl, partî û rûspiyên navçeyê hazir bûn.

Endama rêveberiya meclisê, Fayiq El Ehmed semîner bi rêve bir û behsa têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan kir ku ji bo azadiya gelan û xilaskirina wan ji koletiyê, daye.

El Ehmed bal kişand ser zehmetiyên li pêşiya Rêber Abdullah Ocalan di vê têkoşînê de derketiye û got: "Bi saya fikr û felsefeya wî em ji tariyê derketin ronahiyê. Em soz didin rêberê xwe ku dê her tim li ser rêya ku ji me re xêz kiriye, bimeşin û dawiya dawîn em ê serkeftinê bi dest bixin.

(şx)

ANHA