Hejmara kuştiyên êrişa DAIŞ’ê derket 3’yan

Ji leşkerên hikumeta Şamê yên di êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li Dêrazorê de birîndar bûbû, leşkerekî din jiyana xwe ji dest da.

Hejmara kuştiyên êrişa DAIŞ’ê derket 3’yan
6 nîsan, 2024   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî bendeke kontrolê ya çekdarên "Dîfa Watanî" û Firqeya 17`an a hikumeta Şamê ya li herêma El Ewsec a li rojavayê çolistana Dêrazorê û nêzî rêya Reqa-Dêrazorê kiribû.

Di encama êrişê de 2 çekdarên Dîfa Watanî hatibûn kuştin û hin din jî birîndar bûbûn. Lê îro leşkerekî birîndar ê Firqeya 17`an jî jiyana xwe ji dest da.

Bi vê daneyê re di êrişa DAIŞ`ê de 3 leşker hatine kuştin ku 2 çekdarên Dîfa Watanî ne û yek jî endamê Firqeya 17`an e.

(şx)