Dewleta Tirk a dagirker mêtingeheke din li Efrînê çêkir

Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê mêtingeheke din çêkir û heta niha tê de 42 malbatên çeteyan bi cih kirine.

Dewleta Tirk a dagirker mêtingeheke din li Efrînê çêkir
6 nîsan, 2024   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker guhertina demografiya Efrînê didomîne ku çeteyan mêtingeheke din li navçeya Cindirêsê ava kir. 

Çavkaniyên xwecih ragihand ku çeteyên dewleta Tir ka dagirker bi hevkariya rêxistina Wîfaq a Tirkiyeyê û bi desteka rêxistinên filistînî, mêtingehek li navçeya Cindirêsê ava kiriye, ji bo ku malbatên çeteyan tê de bi cih bike.

Çavkaniyan da zanîn ku heta niha 84 xanî, mizgeftek, dibistanek û parkek di mêtingehê de hatine çêkirin. Di wê mêtingehê de 42 malbatên çeteyan hatine bicihkirin.

Rêxistinên ji Tirkiye, Qeter, Kiwêt û Filistînê heta niha nêzî 38 mêtingeh li gundewarên Efrînê çêkirine.

(şx)

ANHA