‘Bi bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê azad bibin’
Endamên Kongra Star tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku azadiya wan a ku Rêber Abdullah Ocalan banga wê kiriye, bi bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî dê pêk were.
Endamên Kongra Star a navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan ku ji 3 salan ve tu agahî jê nehatiye girtin, şermezar kir.
Etiye Ebdullah anî ziman ku fikarên wê li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan hene û wiha domand: "Em tecrîda li ser Rêberê xwe qebûl nakin. Azadiya wî azadiya me ye. Lewma em soz didin ku têkoşîn û berxwedana xwe li ser fikr û felsefeya wî berdewam bikin ji bo ku wî di nava xwe de azad bibînin."
Kerîme Mihemed jî desntîşan kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan bandor lê kiriye û got: "Min bi rêya wî, xwe û kesayeta xwe nas kir. Min fêm kir ku ez xwedî vîn im û dikarin armancên xwe bi dest bixim."
Her wiha Kerîme diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan gotiye azadiya civakê bi azadiya jinan re pêk tê û wiha pê de çû: "Em jî dibêjin, heta azadiya fîzîkî ya Serokê me pêk neyê, em azad nabin. Di oxira vê rêyê de, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."
Xisûn Mihemed helwestên rêxistinên mafên mirovan şermezar kirin û destnîşan kir ku divê ev rêxistin vê helwesta xwe ya şermok biguherînin û berpirsyariyên xwe bînin cih û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan dike, rawestîne.
Xisûn îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker bi dûrxistina gel ji Rêber Abdullah Ocalan, dê bigihêje armanca xwe û got: "Fikrê wî ji bo me, hewaya ku em distînin."
(şx)
ANHA