‘Hevgirtina nîştimanî xeta parastinê ya pêşîn e’

Kesayetên civakî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got bi saya hevgirtina nîştimanî ya di navbera beşên civakê de, xelkê herêmê li hember êrişan li ber xwe dide û birêvebirina herêmên xwe didomîne.

‘Hevgirtina nîştimanî xeta parastinê ya pêşîn e’
23 nîsan 2024   07:35
REQA
ENES MIHEMED

Gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûbirûyî şerekî bi rêbazên cuda ye. Ji bo parastina destkeftiyên ku di 10 salên dawîn de bi dest xistine, li ber xwe didin. Li gel aloziyên herêmî û yên navneteweyî, lê pergala rêveberî ya herêmê û hêzên wê yên leşkerî di vê pêvajoyê de li ber xwe da.

Dewleta Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî êrişî herêmê dike. Şaneyên DAIŞ`ê bi van êrişan re çalaktir dibin. Herî dawî êrişa çeteyên DAIŞ`ê li dijî nuqteyeke Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Reqayê bû. Çekdarên girêdayî hikumeta Şamê jî, dem bi demê êrişî kantona Dêrazorê dikin.

Li gorî nirxandina kesayetên civakî yên herêmê, berxwedana civaka herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî van êrişan, ji yekitiya pêkhateyên wê ye. Her wiha ji ber ku di destê hêzên navneteweyî û herêmî de nebûn amûr, ruxmî ku gelek fişar ji aliyê wan hêzan ve li wan hate kirin.

Hevseroka Meclisên Kantona Reqayê Heyfa Muslim got: "Hevgirtin û yekitiya me xalên hêza me. Bi saya wê em herêmên xwe diparêzin û me bi rêya wê êrişên li dijî Rêveberiya Xweser têk birin. Hevgirtina nîştimanî gelek girîng e ku têkiliyên di nava civakê de xurtir dike û li pêşiya planên li dijî projeya herêmê bendeke asê ye."

Heyfa wiha berdewam kir: "Ji ber ku ev proje rast e û bi ser ket, ew qas rûbirûyî êrişan dimîne. Piştî erêkirina qanûna hevpeymana civakî ya nû herêm gelek bi pêş ket û aboriya wê geş bû. Li kêleka wê jî, hilbijartinên şaredariyan jî dê li dar kevin. Lewma, êriş li dijî herêmê zêde bû."

Civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka aloziyê ve, xwe bi xwe, xwe bi rê ve dibe. Van hewldanên wê bi pergaleke rêveberî anku bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sala 2014`an tacîdar bû. Ev proje daxwaz û rêya yekane ya sûriyeyiyan e ji bo ku aloziya li welêt berdewam e, çareser bibe.

Çalakvanê sivîl û hevserokê komîna taxa Çerkezan a kantona Reqayê Nebîl El Hemed jî got: "Li hember van êrişan, hevgirtina me bi hev re û bi hêzên leşkerî re pêwîst dike. Bi rêya wê tenê em dikarin êrişan têk bibin û bi ser bikevin mîna ku berê em bi ser ketine."

Her wiha El Hemed destnîşan kir ku hevgirtina nîştimanî ji bo parastina civakê û ewlehiya wê, benda yekemîn e.

Çalakvana sivîl û hevseroka Meclisên Taxên Xerbî yên Reqayê Duha El Elî jî diyar kir ku divê hevgirtina civakî û xwedîderketina li QSD`ê xurttir bibe ji bo ku ewlehiya li herêmê were parastin.

Di vê pêvajoyê de ruxmî êrişan û fişaran lê belê dê hilbijartinên şaredariyan 30`yê Gulanê li herêmê li dar kevin. Civak jî amadekariyên wê dike.

(şx)

ANHA