Erdogan li Hewlêrê ye

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayîp Erdogan beriya demeke kurt gihişte bajarê Hewlêrê û biryar e li gel berpirsên Eniya Tirkmen û serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê bicive.

Erdogan li Hewlêrê ye
22 nîsan, 2024   22:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayîp Erdogan, piştî li Bexdayê li gel serokkomar û serokwezîrê iraqê civiya, berê xwe da Hewlêrê û beriya demeke kurt gihişte bajarê Hewlêrê. Erdogan li Hewlêrê ji aliyê serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeyeke pilebilind a hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.

Biryar e Erdogan li Hewlêrê li gel serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî, serokê hikûmeta demborî ya Herêmê Mesrûr Barzanî, serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û berpirsên Eniya Tirkmenan bicive.