Bi 85 kesan mehek û 6 rojin taxên xwe diparêzin

Li 4 taxên Hesekê, bi pêşengiya rêveberek Partiya Çep û MSD’ê 10 komên parastinê ku ji 85 kesan pêk tên, hatine avakirin. Endamên komê ji 7’ê Çileyê ve bi şev û roj venêrandina her bihostek taxên xwe dikin.

13 sibat, 2026   04:55
HESEKÊ
BOTAN HUSEYÎN – HENAR ÎBRAHÎM

Dema ku komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê û dewleta Tirk 6’ê Çileya 2026’an êrişî taxên Eşrefiye û Şêxmeqsud kirin, xelkê herêma Cizîrê li dijî êriş û metirsiyan ket nava liv û tevgerê. Li gel seferberiya ku Rêveberiya Xweser 18’ê Çileyê (2026) ragihand jî, ev xebat berfireh bûn.

jin, ciwan, siyasetmedar, bijîşk, endezyar û xwendekarên zanîngehê jî di nav de tevahiya beşên civakê ketine nava seferberiyê.

Yek ji xebatên parastinê yên ku balê dikişîne, li bajarê Hesekê hat meşandin. Li Hesekê ji 7’ê Çileyê ve şêniyan dest bi avakirina komên parastina taxan kirin. 

Xebat bi pêşengiya Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê û Endamê Nivîsgeha Pêwendiya Meclisa Suriyeya Demokratîk (MSD) Ezher Ehmed hatiye destpêkirin.

Di encama xebatan de bi beşdariya xwebexşan li taxên Kellase, Dolab Iwês, Micercee, Umran ên li qeraxa Çemê Xabûrê 10 komên parastinê hatine avakirin. Hejmara endamên koman bi giştî 85 kes in ku ji jin, ciwan û yên temen mezin pêk tên.

Her komek ji aliyê xwebexşek ve tê birêvebirin ku di nav endaman de pergala nobedariyê organîze dike.

Hinek ji van koman 24 saetan dixebitin, hinek jî, ji saet 18.00 (êvarê) heta 08.00 (sibehê) li ser erka xwe ne.

Erka van komên parastinê ew e ku liv û tevgerên li taxan, gumanbaran û şaneyên razayî yên çeteyan bişopînin, wesayîtan kontrol bikin, pêdiviyên demjimêrên qedexeya derketina derve bicîh bînin û aramiyê biparêzin; her wiha di her rewşek awarte de mudaxele bikin.

Komên parastinê bi hêzên ewlehiya navxweyî re di nava pêwendî û hevkariyê dikin.

Ezher Ehmed serbilindiya xwe bi gelê Kurd ê Rojava re anî ziman û diyar kir ku derketina kolanan ji bo parastina herêmê, misogerkirina ewlehî û aramiyê ye.

Ezher Ehmed bang li hemû beşên civakê kir ku di vê demê de berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.

Ezher destnîşan kir ku armanca avakirina van koman parastina nirx û destkeftiyên Şoreşa Rojava ye û bi taybet ji ciwanan xwest ku di vê serdema krîtîk de rola xwe bilîzin.

Xwebexşan jî bang li hemî ciwanan kirin ku beşdarî seferberiya giştî bibin û taxên xwe biparêzin da ku piştgiriyê bidin hêzên leşkerî.

ANHA