Koçberên ji Efrînê daxwaza vegera ewle bo malên xwe kir

Koçberên Efrînê yên ku niha li stargehên li Girkê Legê dijîn, daxwaza vegera ewle bo mal û gundên xwe yên li Efrînê kir.

Koçberên ji Efrînê daxwaza vegera ewle bo malên xwe kir
Koçberên ji Efrînê daxwaza vegera ewle bo malên xwe kir
Koçberên ji Efrînê daxwaza vegera ewle bo malên xwe kir
Koçberên ji Efrînê daxwaza vegera ewle bo malên xwe kir
Koçberên ji Efrînê daxwaza vegera ewle bo malên xwe kir
Koçberên ji Efrînê daxwaza vegera ewle bo malên xwe kir
Koçberên ji Efrînê daxwaza vegera ewle bo malên xwe kir
13 sibat, 2026   06:45
QAMIŞLO
ROHAT XELEF – KÎNAN AL SEYID

Koçberên Efrînê niha li stargeheke li bajarê Girkê Legê dimînin, êş û azarên xwe yên ji ber koçberiya dubare anîn ziman û daxwaza vegera ewle bo mal û malên xwe yên li Efrînê kir.

Emel Qenber 3 caran bi zorê koçber bûye, got koçberiya herî dawî pir dijwar bû û diyar kir ku otomobîla wan di rê de xerab bûye.

Emel got anî ziman ku piştî ew gihaştin stargehê pêdiviyên bingehîn ji bo wan hatine peydakirin, lê daxwaza wan a sereke vegera ewle bo malên wan e.

Ehmed Sîdo jî 4 caran bi zorê koçber bûye diyar kir ku êşa şêniyan ne ji şert û mercên dijwar ên koçberiyê, lê erd, mal û milkên wan li Efrînê dagîrkirî ne. Sîdo xwest di zûtirîn demê de vegerin Efrînê.

Meryem Mela Nesan jî 4 caran ji warê hatiye koçberkirin, destnîşan kir ku xelkê Efrînê di van demên dawîn de zehmetiyên mezin kişandine, gelek malbat neçar mane di şert û mercên dijwar ên zivistanê de li ser rêyan bimînin û zarok û jinan êşên giran kişandine.

Meryemê da zanîn ku şênî daxwaza vegera mal û gundên xwe, derxistina nişteciyan ji malên wan û vegera ewle ya şêniyên resen bo bajarê xwe dikin.

(k)

ANHA