Bêyî biryareke fermî bê dayîn, bihayê lîtreya "mazota serbest" bû 6 hezar û 200 lîre

Bêyî tu biryareke fermî heta vê kêliyê bê dayîn, bihayê "mazota serbest" li benzînxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû 6 hezar û 200 lîreya Sûriyeyê. Lê bihayê lîtreya beşa xizmetguzarî ya ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye diyarkirin, wek xwe maye.

Bêyî biryareke fermî bê dayîn, bihayê lîtreya "mazota serbest" bû 6 hezar û 200 lîre
20 nîsan, 2025   17:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji şeva berê ve bihayê "mazota serbest" li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilind bûye û her lîtreyek bi 6 hezar û 200 lîreya Sûriyeyê ye.

Berê bihayê her lîtreyekê bi 4 hezar û 100 lîre bû, li gorî bihayê niha, ji sedî 20 zêde bûye.

Binzînxaneyan bihayê nû diyar kirin û ji vê sibehê ve li gorî bihayê nû mazotê tê firotin.

Lê li hember wê, bihayê lîtreyê ji bo beşa xizmetguzarî ya ji hêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye diyarkirin, li gorî xwe maye, nehatiye guhertin.

Der barê bihayê nû de, tu biryarnameyeke fermî ji hêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve nehatiye dayîn.

(mh/fr)

ANHA