Li Siwêdayê xwepêşandanên li dijî desthilata Şamê dewam dikin

Li bajarê Siwêdayê xwepêşandanên li dijî desthilata Şamê û banga avakirina dewleteke sivîl a laîk dewam dikin.

Li Siwêdayê xwepêşandanên li dijî desthilata Şamê dewam dikin
Li Siwêdayê xwepêşandanên li dijî desthilata Şamê dewam dikin
Li Siwêdayê xwepêşandanên li dijî desthilata Şamê dewam dikin
Li Siwêdayê xwepêşandanên li dijî desthilata Şamê dewam dikin
Li Siwêdayê xwepêşandanên li dijî desthilata Şamê dewam dikin
Li Siwêdayê xwepêşandanên li dijî desthilata Şamê dewam dikin
Li Siwêdayê xwepêşandanên li dijî desthilata Şamê dewam dikin
Li Siwêdayê xwepêşandanên li dijî desthilata Şamê dewam dikin
20 nîsan, 2025   16:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Siwêdayê yê  başûrê Siwêdayê bi dehan kes ji bo şermezarkirina desthilata Şamê li qada Keramayê kom bûn. Xwepêşandêran pankartên wekî  "Hikumeta DAIŞ’î û ne hikumeta Sûriyeyê", "Colanî terorîst e, şoreş berdewam e" û "Ji Siwêdayê em serokek sunnî, mutedil, ne tundraw dixwazin" hatin vekirin.

Endazyarê bi navê Musena El Henawî ku beşdarî xwepêşandanê bûye ji ajansa me re axivî û got "Qada El Kerama berê û niha jî sembola rûmeta tevahî sûriyeyî ye û qada azadxwazan e."

Musena El Henawî bi bîr xist ku Siwêda li hemberî dagirkerên wekî Osmanî û Fransiyan xwedî dîrokeke kevin e û diyar kir ku hewldanên kontrokirina vî bajarî berdewama dagirkeriyê ye.

Musena El Henawî bi domdarî got: "Yên ku welat û neteweya xwe ji bo berjewendiyên şexsî firotin, ajan in. Tiştî ku di dema despotîzma rejîma Baas ê de bûye dişibihe ya piştî hatina Colanî yê terorîst li ser desthilatê." Her wiha anî ziman ku  Sûriye ji serdemeke despotîzmê derbasî serdemeke din a dispotîzmê dibe.

El Henawî di dewama axaftina xwe de şehîd Hemze El Xetîb bi bîr anî û wiha got "Yê ku zarokê 15 salî bi hinceta terorê qetil kiribûn, heman kesên ku îro zarokeke keçîn bi hinceta alîgira rejîmê ye, qetil kir."

Musena El Henawî bang li civaka navneteweyî kir û got "Daxwaza me azadî ye."

Çalakvana bi navê Semahir Lendarî jî "danezana  destûrî" ya desthilata Şamê bi "Paşverû" bi nav kir û wiha  got "Danezanê Sûriye veguherandiye xîlafetê îslamê ku dûrî şaristanî û welatekî adilane ye." Semahir got, dê xwepêşandanên xwe yên heftane yên li dijî danezana destûrî bidomînin.

Semahir di nava axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rola jinên sûriyeyî di navakirina cviakê de. Her wiha qanûnên ku cudekariya zayendî derdixin jî rexne kirin.

Semahir Lendarî projeyên parçekirinê red kir  û banga avakirina dewleteke medenî ya laîkî û ewle kir.

Xwepêşandan bi dirûşmên "Sûriye ya sûriyeyan e.. Ji desthilata despotîzmê re na" bi dawî bû.

(bb)

ANHA