‛Bêyî azadiya Rêbertî û sekinandina êrişan aştî ne pêkan e’

Şêniyên bajarê Til Temirê destnîşan kir ku divê dewleta Tirk a dagirker bersivê bide banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan û ji dêvla domandina êrişan bikeve pêvajoya aştiyê ya rastîn.

‛Bêyî azadiya Rêbertî û sekinandina êrişan aştî ne pêkan e’
14 adar, 2025   02:35
 HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Di 27’ê Sibata borî de Rêber Abdullah Ocalan banga aştî û civaka demokratîk kir. Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe de banga pêkanîna çareseriyên aştiyane ji bo pirsgirêkan kir. Her wiha tevî ku PKK’ê bersiv da bangê û agirbest ragihand, lê delweta Tirk a dagirker li gorî naveroka peymanê tev nagere, ji wê zêdetirî êrişên xwe yên leşkerî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrişên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin.

‛BANGÊN PÊKANÎNA AGIRBESTÊ Û SERBESTBERDANA RÊBER ABDULLAH OCALAN’

Girêdayî wê, şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku divê aliyê dewleta Tirk a dagirker gavên cidî ji bo rêveçûna pêvajoya aştiyane biavêje û rê bide Rêber Abdullah Ocalan ku bi xwe pêvajoyê bi rê ve bibe.

Zehra Emîn a ji bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê got: “Piştî banga Rêber Abdullah Ocalan me hêvî kir ku dewleta Tirk a dagirker xwedî li bangê derkeve û li gorî wê tev bigere, ji wê zêdetir êrişên xwe yên leşkerî zêde kirin û li aliyê din PKK’ê agirbest ragihand."

Zehra Emîn destnîşan kir ku divê dewleta Tirk a dagirker gavên cidî biavêje û got: "Rêber Abdullah Ocalan serbest berde û êrişên xwe yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê rawestîne."

Welatî Ebduletîf Ehmed El Bedewiye wiha axivî: “Di dirêjahiya serdeman de dewleta Tirk bi tu peyman û sozan pabend nebûye û her tim berovajî wan pêk tîne. Ji dema banga Rêber Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê ve êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, tevî ku PKK’ê agirbest ragihand û pê pabend bû. Xuya ye Tirkiye dixwaze bi şerê leşkerî çavnebariya xwe li herêmê pêk bîne û projeya Mîsaqî Millî ya hegemoniya Osmanî vejîne.”

El Bedewiye got: “Eger Tirkiye di niyeta xwe ya aştiyê de durist be, divê gavên cidî biavêje û destpêkê jî divê êrişên xwe li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) rawestîne û Rêber Abdullah Ocalan serbest berde."

Sena El Tamir diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li gorî banga aştî ya Rêber Abdullah Ocalan tev nagere û got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku şêniyên resen koçber bike û deverên nû dagir bike. Tam wekî senaryoya Efrîn, Serêkaniyê û hwd."

Di dawiyê de şêniyên Til Temirê da zanîn ku rêya aştiyê di şerê leşkerî re derbas nabe û divê ji bo wê rêz ji îradeya gelan re were girtin, bi mafên wan were îtîrafkirin û Rêber Abdullah Ocalan azad bibe.

(mh/fr)

ANHA