Bexda û Hewlêr: Wê Iraq nebe qada êrişên li dijî dewletên cîran

Bexda û Hewlêrê diyar kir ku ew bikaranîna xaka Iraqê ji bo êrişkirina dewletên cîran red dikin.

Bexda û Hewlêr: Wê Iraq nebe qada êrişên li dijî dewletên cîran
6 adar, 2026   20:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Bexda û Hewlêrê da zanîn ku wê xaka Iraqê nebe qada êrişên li dijî dewletên cîran.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanê û serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiyeke telefonê de got: "Êrişên li dijî hejmarek bajarên Iraqê di nav de jî Herêma Kurdistanê red dikin û rê nadin ku xaka Iraqê bibe qada êrişên li dijî dewletên cîran."

Girêdayî mijarêî Meclisa Parastinê ya Îranê ragihand ku ger ku komên Kurd ên muxalif hewl da derbasî xaka Îranê bibin wê hêzên Îranê avahiyên li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê bikin.

(fr)