Trump: Lihevkirina bi Îranê re bi teslîmbûna bê şert pêkan e

Serokê DYA’yê Donald Trump diyar kir ku ji bilî teslîmbûna bê şert a Komara Îslamî lihevkirina agirbestê ya bi Îranê re red kir.

Trump: Lihevkirina bi Îranê re bi teslîmbûna bê şert pêkan e
6 adar, 2026   19:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê DYA’yê di peyama ku li Truth Social hat weşandin de wekî her tim tîpên mezin bi kar anî û got, "Bi Îranê re lihevkirin tune ye, tenê teslîmbûna bê şert mimkun e!”

Trump îdîa kir ku di rewşek wiha de, DYAˊyê dikare "yek an çend rêberên derasayî û qebûlkirî" ji bo Îranê hilbijêre.

Trump destnîşan kir ku heke teslîmbûn çêbibe, DYA û "hevalbend û hevkarên wê yên wêrek dê ji bo Îranê ji hilweşînê rizgar bikin û ji hêla aborî ve bihêztir bikin wê ji her demê bêhtir bê westan bixebitin”.

Trump di parvekirina xwe de got, “Wê pêşerojek mezin ê Îranê hebe. Îranê dîsa mezin bikin."