Dayîkên Kantona Firatê berxwedana gerîla silav kir

Dayîkên Kantona Firatê berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir û bal keşand li ser berxwedana gerîla ya ku li hemberê êrîşên dewleta Tirk ya dagirker şerê azadiyê didin meşandin.

Dayîkên Kantona Firatê berxwedana gerîla silav kir
28 gulan, 2024   05:06
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Dayîkên Kantona Firatê berxwedana gerîlayên azadiyê silav kirin û li ser berxwedana wan ji ajansa me re axivîn.

Dayîka bi navê Wehîde Seyîd Ehmed berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir û balkeşan li ser berxwedana gerîla ya li hember êrîşên dewleta Tirk ya dagirker şerê azadiyê didin meşandin. û wiha pê de çû "Gerîla niha li çiyayê kurdistanê ji bo mafê kurdan li berxwe didin. Em jî her tim pişgiriya xwe ya ji bo gerîla berdexwam bikin.”

Wehîde Ehmed jî bal kişand li ser artêşa Tirk ku niha li çiyanên kurdistanê de asê maneû roj bi roj dimirin û dewleta Tirk nizanin çi bikin û got: “Têkoşîna ku gerîla li hember êrîşên dewleta Tirk dide meşandin bê hempaye ji bo me hez û baweriyê.”

Emîne Xelîl jî diyar kir ku armanca dewleta Tirk ewe ku gelê kurd qirbike û tune bike ji ber vê bi çekên qedexekirî êrîşên gerîlayên azadiyê dike. Emîne destnîşankir ku dewleta Tirk çi dike bila bike em ê her tim li ser piyan in û bang li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku bibin yek piştgiriya gerlîyên bikin.

Newroz Ehmed jî berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir û wiha got: “Gerîla bi têkoşîna xwe ya bi heybet tirs xistiyê dilê dijmin. Ji ber vê artêşa wî nikarê li ber xwe bidin û di çiyayan de asê mene.

Newroz Ehmed dawiyê got: “Gerîlayên ji bo azadiya kurdsitanê li berxwedibin divê em jî her tim li qadan bin hêz û moral ji gerîla bigrîn."

ANHA