Kongra Star bi meşekê êrişên li dijî jinan şermezar kirin
Kongra Star şaxê kantona Efrîn û Şehbayê bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî, her wiha sûcên li dijî jinên gundê Kaxirê yê Efrîna dagirkirî meşek li dar xist.
Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehbayê bi beşdariya girse ya xelkê Şehba û koçberên Efrînê meşeke girseyî li dar xist. Şêniyan wêneyên şehîdan û pankarta ʹDengê we maşeleya rizgarkirina Efrînê yeʹ hildan.
Meş ji çerxerêya bajarokê Ehdas bi diruşmên silavkirina şehîdan û piştgiriya jinên Efrînê li hember çeteyên dewleta Tirk a dagirker dest pê kir.
Li ber Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê meş vegerî mîtîngê.
Li wir hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a Efrîn û Şehba Muşîra Mela Reşîd got rejîmên Kurdistan dagir kirine di hedefgirtina jinên Kurd de dewam dikin û wiha domand: "Duh rejîma Îranê jina Kurd Jîna Emînî qetil kir û îro jî dewleta Tirk a dagirker jinên Kurd li Efrînê hedef digire."
Muşîra wiha domand: "Ev rejîm naxwazin jin xwedî kesayeta serbixwe bin."
Muşîra şehîd Jîna Emînî bi bîr anî û got: "Em ji şehîd Jîna Emînî re dibêjin bila ruhê te baş raze, ji ber ku berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê dê dîrokê binivîse."
Di dawiyê de beşdaran mûm li ber wêneya şehîd Jîna Emînî pêxistin.
(fr)