Beşdarên Berxwedana Bendava Tişrînê: Yekitiya gel bû bingeha serkeftinê

Şêniyên bajarê Çilaxa yên ku beşdarî berxwedana Bendava Tişrînê bûne, diyar kir ku yekitiya gel li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) egereke bingehîn bû ji bo serkeftina berxwedanê.

Beşdarên Berxwedana Bendava Tişrînê: Yekitiya gel bû bingeha serkeftinê
5 ÇILE, 2026   03:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Bi nêzîkbûna salvegera yekem a berxwedana Bendava Tişrînê (8 Çile), beşdarên berxwedana Bendava Tişrînê, ji bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê, li ser yekitiya ku gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bendavê de nîşan daye, axivîn. 

Şêniya bi navê Fadiya Ehmed der barê mijarê de got "Hevkariya xelkê herêmê bi Hêzên QSD`ê re li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê xetek parastinê ya girîng pêk anî. Ev hevkarî bû sedmeke diyarker a têkbirina van êrişan."

Fadiya destnîşan kir ku ev yekitî ne xweber bû, lê belê li ser bingeha têgehên rêxistin û xweparastinê yên ku ji hêla xelkê herêmî ve hatine pejirandin bû.

Fadiya Ehmed da zanîn ku hewldanên ji bo belavkirina tirsê di nav sivîlan de bi rêya êrişên rasterast, biryardariya wan qels nekir, û berxwedana wan li kêleka hêzên wan bû sdema parastina bendavê.

Fadiya di dawiya axaftina xwe de diyar kir ew ê her girêdayî rêgezên xweparastin bin li kêleka hêzên xwe yên leşkerî, ji bo parastina destkeftiyên herêmê.

Xilûd Mihemed jî got ku yekîtiya îradeya ku xelkê herêmî û QSD li Bendava Tişrînê anî cem hev, bû nimûneya berxwedana hevbeş bo parastina herêmê û têgeha xweparastinê xurt kir.

Xilûd diyar kir ku berxwedana li Bendava Tişrînê isbat kir ku yekitî dikare serkeftinê pêk bîne. Ev serkertin bê rêya  hevgirtina gelê herêmê û hêzên wan pêk hat. Ew berxwedan bû dîwarek ku plan û armancên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê têk bir.

Şêniyê bi navê Yûnis Hacî jî got ku ew li ser hesê berpirsiyariya exlaqî û mirovî, û erkê neteweyî yê parastina destkeftiyên herêmê, beşdarî berxwedana Bendava Tirşrînê bûye.

Hacî diyar kir ku berxwedana gelê herêmê li kêleka hêzên wan ên leşkerî, tevî êrişên berdewam ên ku ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve li dijî wan hatine kirin, bû sedema bidestxistina serkeftinê.

(k)

ANHA