Li Helebê kolan bi erebeyên kişandinê tên paqijkirin

Karkerên Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd, ji ber dorpêçê û kêmbûna sotemeniya pêxistina alavan, bi erebeyên kişandinê kolanan paqij dikin û çopê derdixin.

Li Helebê kolan bi erebeyên kişandinê tên paqijkirin
Li Helebê kolan bi erebeyên kişandinê tên paqijkirin
Li Helebê kolan bi erebeyên kişandinê tên paqijkirin
Li Helebê kolan bi erebeyên kişandinê tên paqijkirin
Li Helebê kolan bi erebeyên kişandinê tên paqijkirin
Li Helebê kolan bi erebeyên kişandinê tên paqijkirin
Li Helebê kolan bi erebeyên kişandinê tên paqijkirin
5 ÇILE, 2026   05:05
HELEB
MIHEMED EBDO

94 karkerên Komîteya paqijiyê ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd, ji bo derxistina çopê, erebeyên kişandinê bi kar tînin.

Ji ber dorpêça hikumeta veguhêz a ji 25ˊê Îlona 2025ˊan ve, ku nahêle ne sotemenî ne jî madeyên bingehîn derbasî taxan bibin, ev tedbîr hatin girtin.

ˋASTENGÎ DERXISTINA ÇOPÊ GIHÎŞTIYE JI SEDÎ 62ˊYANˊ

Li gorî tomarê komîteya paqijiyê, ji ber kêmbûna giran a sotemeniyê, hejmara erebeyên rakirina çopê di mehê de ji hezar û 400 carî bûye 500.

Hejmara alavên komîteya paqijiyê li taxan 15 e; 8 traktor, 3 kamyonên barkêş (qelabe), bokeket piçûk, 3 kompaktor), piraniya wan ji ber nebûna sotemenî, parçeyên yedek û lênêrînê naxebitin.

Karmend hewl didin vê valahiya heyî ya derxistina çopê ji taxan bi rêya erebeyên kişandinê dagirin.

ˋLI GEL ZEHMETIYAN XEBATÊN BERDEWAM INˊ

Endamê Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Îsam Ehmed destnîşan kir ku dorpêça li ser her du taxan ji ber nebûna alavên rakirina çopê barê wan weke karkeran zêde kiriye û diyar kir ku ew ê erkê xwe yê paqijkirina kolanên taxên xwe bidomînin. Îsam Ehmed bang li hemû aliyan kir ku ji bo rakirina dorpêçê, dabînkirina sotemenî û alavên pêwîst ji bo rakirina çopê bixebitin.

ˋDAXWAZÊN BIDAWÎKIRINA DORPÊÇÊ Û VEKIRINA RÊYANˊ

Karker Henan Mihemed diyar kir ku ji ber dorpêça berdewam û qedexeya derbaskirina sotemeniyê zehmetî û zext bi giranî li ser karkeran in. Mihemed da zanîn ku ji ber dorpêçê dabînkirina gaza malê jî zehmet e, divê xurdemenî û madeyên pêwîstî derbasî van taxan bibin.

(ac/fr)

ANHA