Dewleta Tirk nexweşxaneya Girê Spî ji bo stajyerên zanîngehên xwe bi kar tîne
Dewleta Tirk a dagirker nexweşxaneyên giştî yên Girê Spî ji bo perwerdekirina xwendekarên fakulteyên xwe yên tibê bi kar tîne. Agahî hene ku gelek neştergerî bi bin ketine lê tên veşartin.
Çavkaniyên xwecih li nexweşxaneya giştî ya bajarê Girê Spî yê dagirkirî ku ji aliyê “Meclisa Xwecih a Girê Spî” ve tê birêvebirin, ragihand ku gelek stajyerên beşa çavan li nexweşxaneyê perwerde dibin û neştergeriyan jî dikin.
Li gorî heman çavkaniyan, stajyer xwendekarên zanîngehên Tirkiyeyê ne û bi koordîneya Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Xwecih a Girê Spî, derbasî bajarê dagirkirî dibin.
Heman çavkaniyan da zanîn ku stajyer gelek neştergeriyên binkeftî kirine lê ji aliyê xebatkarên nexweşxaneyê ve têne veşartin.
Çavkaniyan da zanîn ku gelek nexweşên pêwîstiya wan bi neştergeriyan heye, derbasî nexweşxaneyên Tirkiyeyê dibin, lê organên wan tên dizîn.
(şx/k)
ANHA