Çalakiyên 25’ê Mijdarê berdewam in
Kongra Star a Til Hemîs û Til Temirê ji bo ku sedemên tundiya li ser jinan û cureyên wê şîrove bike û mekanîzmayên tunekirina wê nîqaş bike, semînerek û civînek li dar xistin.
Platforma Çalakiyan a Tevger û Rêxistinên Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya çalakiyên 25`ê Mijdarê aşkera kir.
Di vê çarçoveyê de Kongra Star a bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê semînerek ji mêran re li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li dar xist.
Endama rêveber a Kongra Star Xaliye El Casim semîner bi rê ve bir û behsa rola jinan a cewherî ya di avakirina civaka azad û demokratîk û afirandina jiyaneke azad de bêyî desthilatdarî û hegemonyaya baviksalariyê kir.
Her wiha Xaliye Qanûna Malbatê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û girîngiya wê di tunekirina cureyên tundiya li ser jinan û pêwîstiya pratîkkirina wê, şîrove kir.
Kongra Star bi armanca pêşxistina hişmendiya mêran û şîrovekirina pêwîstiya bicihanîna qanûnan û praktîkkirina rêgezên hevjiyana azad, dê lidarxistina semînerên bi vî rengî bidomîne.
Her wiha têkildarî heman mijarê, Kongra Star li bajarokê El Xera yê herêma Çiyayê Kizwanan a bajarê Til Temirê civîneke berfireh li dar xist. Bi dehan jin, mêr, endamên saziyên civaka sivîl li hola civînan a Meclisa Bajarokê El Xera tev li civînê bûn.
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Til Temirê Diyala Mehmûd Mistefa axivî û behsa sedemên tundiyê kir.
Diyala diyar kir ku bi saya Rêveberiya Xweser a li ser rêgeza neteweya demokratîk û biratiya gelan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ava bûye, jinan di tevahî qadan de cih girt û mafên xwe bi dest xistin. Her wiha destnîşan kir ku divê jin li seranserî cîhanê xwe bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi çek bike, ji bo ku wekheviyê û edaletê di navbera her du zayendan de bi dest bixe.
(şx)
ANHA
til temir
til hemis