Berxwedana gel îdiayên dewleta Tirk derewandin

Koçberên  Efrînê îdiayên dewleta Tirk a valakirina Til Rifetê derewandin û diyar kir ku wê di hundir Til Rifet de li ber xwe bidin.

Berxwedana gel îdiayên dewleta Tirk derewandin
Berxwedana gel îdiayên dewleta Tirk derewandin
Berxwedana gel îdiayên dewleta Tirk derewandin
Berxwedana gel îdiayên dewleta Tirk derewandin
Berxwedana gel îdiayên dewleta Tirk derewandin
Berxwedana gel îdiayên dewleta Tirk derewandin
Berxwedana gel îdiayên dewleta Tirk derewandin
Berxwedana gel îdiayên dewleta Tirk derewandin
Berxwedana gel îdiayên dewleta Tirk derewandin
30 mijdar, 2024   16:56
ŞEHBA

Dewleta Tirk şerê taybet li ser kantona Efrîn û Şehba dide meşandin, bi taybet li bajarê Til Rifetê ya ku rojane ji hêla dagirkeran ve tê topbarankirin. Dewleta Tirk a dagirker li ser malperên xwe diyar kir ku bajarê Til Rifetê hatiye valakirin. Li hember van îdiayan koçberên Efrînê yên li Til Rifetê dijîn ji ajansa me re axivîn.

Koçbera bi navê Asya Yaqûb got:"Em niha li Til Rifetê ne. Îdiayên tên belavkirin ku Til Rifet hatiye valakirin, tu carî gelê Efrîn pê bandor nabe. Em ê heya dawiyê bi xwe parastina xwe bikin. Em ê ji bo vegera li Efrînê li ber xwe bidim."

Nebîh Hesen diyar kir ku ev 7 sal e koçberên Efrînê li Til Rifetê dijîn û her tim toparan heye,  gelê Efrînê wê li Til Rifetê li dijî van îdia û êrişan têkoşîna xwe mezintir bike. Hesen got: "Koçberên Efrînê bi  derewên dewleta Tirk nayên xapandin. Berxwedana gelê Efrînê ji bo vegera li Efrînê ye."

Xedîce Osaman jî der barê van îdiayan de wiha got: "Dewleta Tirk hewl dide ku gel ji vir jî bide koçberkirin. Lê em ê li hember vê yekê bisekinin û tu carî dijmin nikare me bixapîne û nikare me bişikîne. Em ji bo Efrînê têkoşîn dikin.''

(zş/fr)

ANHA