Koçberên ji Efrîn û Şehbayê bi sermayeke dijwar re rû bi rû ne

Piştî pêla sermayê ya dijwar a li herêmê, êşa koçberên ji Efrîn û Şehbayê yên ku li navenda demkî ya li Tebqayê dimînin, girantir dibe. Ji ber sermayê zêdetirî 110 kes nexweş ketine.

25 sibat, 2025   02:35
TEBQA

Şêniyên Efrîn û Şehbayê yên ku li kampên demkî yên kantona Tebqayê dimînin, piştî ji ber lehiya baranê konên wan di bin avê de man, vê carê pêla sermayê bi ser wan de hat û jiyana wan di konan de pir zehmet bûye.

Li Sûriyeyê bi giştî pêleke sermayê ya dijwar heye ku pileya germahiyê digihêje binê sifirê. Ev serma jiyana şêniyên ji Efrîn û Şehbayê yên li kampan zehmettir dike. Heta niha herî kêm 110 kes nexweş ketine ku piraniya wan zarok in.

Welatiyê bi navê Husnî Necar ku ji Efrînê hatiye koçberkirin, der barê mijarê de got: “Li kampê pêdiviyên jiyanê nemane, rêxistinên navneteweyî em bi tenê hiştine. Gelek nexweşiyên mîna sil, serma, grîp û nexweşiyên sîng belav bûne, rewşa me pir zehmet e.”

Necar her wiha got: “Berî çend rojan, em rastî bahozekê û bayekî tund hatin ku bû sedema şewitandina çend çadiran. Av di navbera çadiran de kom bûye, golên avê bûne jêdera nexweşiyan. Kon me ji sermayê naparêzin, bi ser de jî şewitîn û hemû kaxez û belgeyên me pê re şewitîn. Ma ne bes e cîhan li trajediya me dinêre? Divê rêxistinên navneteweyî û mirovî demildest destwerdanê bikin û jiyana me rizgar bikin.”

Koçberê bi navê Mihemed Hisên ê ji bajarê Efrînê yê dagirkirî jî got: “Di vê dema sar de betanî û doşek tune ne û xelk ji sermayê dimirin, bi taybetî zarok. Rêxistinên mirovî tenê tên li nav konan digerin û diçin. Dayik nikarin zarokên xwe ji dest xwe deynin ji ber sermayê û avê, giriyê zarokan ranaweste.”

Koçberê bi navê Nizar Reşo jî diyar kir: “Ji dema ku em koçber bûne û hatine vir, me tiştek li ser erdê ji rêxistinên navneteweyî nedîtiye. Ka Neteweyên Yekbûyî? Li ser ragihandinê dibêjin me alîkarî kir, lê em wan nabînin. Gunehê me çi ye?”

Koçberê bi navê Hisên Şêxo, hîna êşa birîndariya dema koçberiyê dikişîne, ji ber sermayê êşa wî girantir bûye. Şêxo got: “Di dema koçkirina me de, min qeza kir û lingê min şikest. Hesin xistibûn lingê min, berî du rojan hesin derxistin, ez hewceyî germbûnê û guhpêdanê me. Lê ev ji min re bûye xewn. Ez niha bi derziyan êşa xwe kêm dikin. Ger alîkariya min neyê kirin û şert û mercên guncaw neyên peydakirin dê lingê min seqet bibe.”

(k)

ANHA