Berxwedana gel a li Tişrînê di roja 9ˈan de ye

Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di roja 9ˈan de bi biryardarî dewam dike.

Berxwedana gel a li Tişrînê di roja 9ˈan de ye
Berxwedana gel a li Tişrînê di roja 9ˈan de ye
Berxwedana gel a li Tişrînê di roja 9ˈan de ye
Berxwedana gel a li Tişrînê di roja 9ˈan de ye
16 ÇILE, 2025   12:16
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 8ˈê Kanûna 2024ˈan ve êrişên dijwar li dijî Bendava Tişrînê pêk tînin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê û şermezarkirina êrişan di 8ˈê Çileya îsal de ji gelek bajaran ve berê xwe da bendavê. 

8ˈê Çileyê, dema ku koneya yekemîn a gel diçû bendavê, dewleta Tirk dagirker bi balafiran êriş kir û komkujiyeke pêk anî. Di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn. 15ˈê Çileyê jî konvoyeke din a diçû bendavê ji aliyê dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Di encama vê bombebaranê de jî şêniyek şehîd bû û 3 jî birîndar bû.

Di heman rojê de dema ku girse gihişt bendavê  û beşdarî nobetê bû dewleta Tirk a dagirker êriş pêk anî. Di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.

Nobeta gel a li bendavê di roja 9ˈan de berdewam dike.

(bb)