Li Xezayê tevî agirbestê 40 filistînî hatin kuştin

Hate ragihandin ku tevî peymana agirbestê jî, li Xezayê 40 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Li Xezayê tevî agirbestê 40 filistînî hatin kuştin
16 ÇILE, 2025   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên medyaya filistînî ragihand ku tevî agirbestê jî, artêşa Îsraîlê êrişên xwe li ser Xezayê didomîne. Hate diyarkirin ku di êrişên duh bi şev de, li Xezayê 40 kes hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bûne.

Serokê DYAˈyê Jeo Biden û serokwezîr û wezîrê karên derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdurehman Al El Sanî duh ragihandibû ku li Xezayê lihevkirineke agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de pêk hat û got agirbest dê yekşema bê bikeve meriyetê.

(bb)