Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê di roja 38’an de ye

Çalakiya nobedariyê ya li Bendava Tişrînê ya li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk, di roja xwe ya 38’an de didome.

Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê di roja 38’an de ye
14 sibat, 2025   15:16
BENDAVA TIŞRÎN

Tevî serma û baranê çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê di roja 38’an de dewam dike. Çalakger bi birydar in ku heya rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nobetê bidomînin.

Vê sibehê bi sedan şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa ji bo nobetê dewr bigirin, ber bi bendavê ve bi rê ketin. Şêniyên ber bi bendavê ve bi rê ketin, dê nobetê ji koma ji Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Şedadê û Til Birakê dewr bigirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 8’ê Kanûna 2024’an ve êrişên dijwar li dijî Bendava Tişrînê pêk tînin. Gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 38 roj e bi armanca parastina bendavê û nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan, kom bi kom nobeta parastina bendavê digire.

(bb)

ANHA