Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê bi biryarî didome

Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê di roja xwe ya 7ˈan de bi biryardarî didome. Nobedar paqijkirina bendavê û derdora wê ji bermahiyên êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê didomînin.

Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê bi biryarî didome
Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê bi biryarî didome
Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê bi biryarî didome
Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê bi biryarî didome
Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê bi biryarî didome
14 ÇILE, 2025   11:49
BENDAVA TIŞRÎN
EHMED ESAF

Bendava Tişrînê ku beşeke bingehîn a binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, jêdereke girîng a av û ceyranê ye. Her wiha wek nuqteyeke stratejîk tê dîtin. 

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirinê jî 8ˈê Kanûna 2024ˈan ve bi dijwarî êrişî Bendava Tişrînê û derdora dike. Bi armanca parastina bendavê û nîşandana nerazîbûnê li hember êrişan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen berê xwe dan bendavê û nobetê digirin.

8ˈê Çileyê bi hezaran şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî êrişan ji gelek bajaran ber bi herêmê ve derketibûn rê û li bendavê nobet bi rêxistin kirin. Piştî 4 rojan karwanekî şêniyên kantona Cizîrê berê xwe dabû bendavê. Duh jî komeke şêniyên Tebqa, Reqa û Dêrazorê ber bi bendavê ve çû.

Şênî hem nobeta bendavê digirin û hem jî bendavê ji bermahiyên êrişan paqij dikin.

(bb)

ANHA