′Berxwedan û girêdana bi xakê ve vebijêrka me ye′

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotin, li hemberî êrişan vebijêrka wan berxwedan û girêdana bi xakê ve ye.

′Berxwedan û girêdana bi xakê ve vebijêrka me ye′
29 cotmeh, 2023   06:17
MINBIC

Şêniyên bajarê Minbicê û koçberên ji herêmên hatine dagirkirin, diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binesaziyê dixwaze siyasetên xwe yên guhertina demgorafî temam bike û malbatên çeteyan li şûna gelê berxwedêr bi cih bike.

Welatiyê bi navê Ebdulhenan Hisên ê ji pêkhateyê Kurd e û  ji kantona Şehbayê koçberî Minbicê bûye, bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hezaran şêniyên bajarê Efrînê koçber kirine û malbatên ji Xûta, Humis û malbatên çeteyên DAIŞ′ yên ji welatên derve di malên wan de bi cih kirine.

Ebdulhenan Hisên diyar kir ku dewleta Tirk demografiyaya herêmê, nîşane û sembolên şûnwarî yên li bajarê Efrîna dagirkirî guhertin.

Hisên îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker rojane êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û binesaziya wê dike hedef û got: "Dewleta Tirk a dagirker navendên ceyran û sotmeniyê û yên dîtir dike hedef. Di heman demê de avê li ser herêmê qut dike da ku dorpêça li ser me dijwartir bike. Erdogan qala dorpêç û êrişên li ser Xezayê dike, lê ew her tişt, heta bi avê li ser me qut kiriye."

Ebdulhenan Hisên anî ziman ku dê welatê xwe ji dagirkeran re nahêlin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dagirker û çeteyên wê difikirin ku dê bi êrişên xwe û hedefkirina binesaziyê, karibe me ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidin koçberkirin. Em jê wan re dibêjin, em dev ji erdê xwe û welatê xwe bernadin. Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û vegerin Efrîn û Şehbayê."

Jina bi navê Netalî Yûsfan ya bi eslê xwe Tirkman e û ji Şehbayê koçberî Minbicê bûye, bal kişand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirine niştecihên resen ên ku dagirkeriyê red dikin, didin koçberkirin û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih dike. Netalî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef da ku şêniyên wan koçber bike û herêmê radestî terorîstan bike.

Welatiyê bi navê Mihemed Şêxo yê ji Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe û hedefkirina binesazî û depoyên genim armanc dike gel birçî bike. Şêxog got: " Xaka me rûmeta me ye. Em dev ji xaka xwe bernadin. Berdêl çi dibe bila bibe em ê xaka xwe biparêzin."

Şêxo anî ziman ku ew dev ji xaka bernadin û got: "Her çiqasî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe zêdetir bike û binesaziyê bike hedef, em ê li ser xaka bin û dev jê bernadin. Em ê li hemberî dagirkeran rabin û herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Welatiyê bi navê Îbrahîm El Îsa yê ji Minbicê diyar kir ku armanca dewleta Tirk koçberkirina şêniyan e û wiha pê de çû: ′′Dewleta Tirk a dagirker rojane gefan dixwe û êriş dike. Li gorî qanûn û peymanên navneteweyî, nabe binesazî were hedefkirin. Dewleta Tirk li her derê  cotkaran û şêniyan dike hedef. Dewleta Tirk dixwaze me ji xaka me bide koçberkirin.′′

Îbrahîm El Îsa anî ziman ku ew ê li ber xwe bidin û dev ji xaka xwe bernadin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dagirker û çete wê nikaribin me ji xaka me bidin koçberkirin. Em dev ji xaka xwe bernadin, em ê li ber xwe bidin. Wê dagirker û çete nikaribin projeya xwe ya guhertina demgorafî ku li herêmên dagirkirî dane destpêkirin, temam bikin. Em ê li welatê xwe bin, em ê bi rihekî koolektîf welatê xwe ava bikin û biçînin. Her çiqasî sûcên xwe zêde bikin jî, xwediyê vê xakê em in."

(bb)

ANHA