Di komxebata wêjeyî de jinên ciwan gihaştin xwestekên xwe

Jinên ciwan ku beşdarî `Komxebata Geşkirina Behremendiya Wêjeyî ya Jinên Ciwan’ bûne, amadekariya derxistina pirtûkekê bi nivîsên xwe dikin û gotin “Xwesteka di dilê me de bi cih hat, em hînî gelek agahiyên der barê nivîsê de bûn”

Di komxebata wêjeyî de jinên ciwan gihaştin xwestekên xwe
29 cotmeh, 2023   02:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Ji biryarekê `Hefteya Hunerî` ya salane ku Dîwana Wêjeyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dixe de, dîwanê ‘Komxebata Geşkirina Behremendiya Wêjeyî ya Jinên Ciwan’ pêk anî. Komxebat ji 15`ê Tîrmehê de destpêkiribû, di gelek qonaxên fêrbûna nivîsê, şert û mercên wê derbas bû. Dema perwerdedayînê qediya û 11 jinên ciwan ku beşdarî komxebatê bûne, niha amadekariyê derxistina pirtûkekê ji nivîsên xwe dikin.

Jinên ciwan ku tev li bibûn, ji pêkhateyên Kurd û Ereb ên herêma Cizîrê bûn. Li Qamişloyê li hev kom dibûn ji aliyê mamosteyên pispor ve fêrî şêwaz û cureyên nivîsan dibûn. Jinên ciwan ku beşdar bibûn nêrîna xwe bi me re parve kirin.

Roja Mihemed ku ji biçûkaniya xwe ve dest bi nivîsîna kurteçîrokan kiriye, bi daxwaza pêşketina nivîsên xwe beşdarî komxebatê bûye û got: “Min gelek caran li malê dinivîsand, lê warê wêjeyî de min nizanîbû ez çi dikim. Ez bi hacetî perwerdeyek bi vî awayî bûm, da ku bêhtir nivîs û cureyên nivîsandinê nas bikim. Herî zêde min xwe di nava cureya çîrokê de dît.”

DI KOMXEBATÊ DE GELEK AGAHÎ HATINE DAYÎN

Roja bal kişand ser girîngiya lêkolînkirin û kûrahiya di mijarên wêjeyî de û diyar kir ku heke xwesteka jinên ciwan ji nivîsê re hebe, girîng e ku derbasî perwerdeyeke wiha bibin, di heyama demekê de pêşketineke mezin çêkir.

Sûndis Debûl da zanîn ku tecrubeya wê di hunera nivîsên sînaroyayê de ji berê de heye, ji ber xwesteka xwe ya pêşxistina nivîsan de, derbasî perwerdeya Dîwana Wêjeyê bûye. Gelek agahiyên der barê nivîsê de girtiye, pê re jî gihaye armanca xwe ya hînbûnê.

`MIN XWESTEKA DILÊ XWE BI CIH ANÎ`

Tolîn Gênco jî destnîşan kir ku cara yekemîn e, ew derbasî nava girûpekê jinên ciwan dibe, ev girûp li gorî wê xweş û serkeftî hat û wiha dom kir: “Min xwesteka xwe di vê perwerdeyê de bi cih anî. Pêşveçûna jinan di warê nivîsînê de hest û gaveke ji bo civaka wê misoger dike bi bandor e.”

ANHA