Ji ber êrişan qada ceyranê ji sedî 50 wêran bûye

Balafirên dewleta Tirk a dagirker ji sedî 50 qada ceyranê ya herêma Cizîrê wêran kir. Ji bo dabînkirina ceyranê hewldanên mezin têne kirin. Hevserokê Desteya Enerjiyê diyar kir ku niha tenê 35 megawatt/saet ceyran didin herêma Cizîrê.

Ji ber êrişan qada ceyranê ji sedî 50 wêran bûye
29 cotmeh, 2023   03:15
QAMIŞLO
RÊNAS REMO- SÎPAN SILO

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û binesazî û navendên stratejîk ên xizmetguzariyê dike armanc.

Di 4′ê Cotmehê de, dewleta dagirker asta êrişên xwe dijwartir kir û rasterast navendên girîng ên herêma Cizîrê bi balafirên şer û yên bê mirov kirin hedef. Di encamê de gelek navendên xizmetguzarî ji xizmetê derketin. Xisarên ku li tevahî qadên hatine hedefkirin bûne, bi qasî 1 mîlyar û 270 mîlyon û 201 hezar û 782 dolar amerîkî ye.

Li gorî Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê, ziyanên gihaştine qada ceyranê ya herêma Cizîrê ji sedî 50′î ye.

Hedefkirina stasyonên ceyranê jî rasterast bandor li stasyonên av, petrol û gazê kir. Ev yek jî bû sedema karesateke mezin.

NAVENDA SIWÊDIYÊ

Navenda Siwêdiyê gelek caran bi balafirên şer û yên bê mirov hate bombekirin. Navend beriya ku were bombekirin bi rêya du komên ji tûrbînan gazê, 6035 megawatt/saet ceyran hildibirand.

Koma yekemîn a tûrbîna gazê, ceyranê dide cihên petrolê û stasyonên wê. Koma duyemîn a taybet bi şîrketa giştî ya ceyranê, ceyran dide santralên herêmên niştecihbûnê. Stasyonên Siwêdiyê niha tenê 15 megawatt/ saet, an ku ji sedî tenê 25 ceyranê hildibirîne.

SANTRALÊN HATINE HEDEFKIRINE

5′ê Cotmeha 2023′yan, stasyona ceyranê ya Bendava Rojava (Sed Xerbî) ya 15 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê hat bombebarankirin. Di encamê de ziyanên mezin li stasyonê bûn.  Stasyon ceyran dida taxên rojavayê bajarê Hesekê û gundewarên bakurê rojavayê bajar.

5 û 6′ê Cotmehê, santrala ceyranê ya bakurê Qamişloyê ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve hat bombebarankirin. Stasyon ceyran dide nîvê bajarê Qamişloyê (taxên rojhilatê bajar û gundên bakurê rojhilatê bajar). Li gorî Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê, santrala Qamişloyê ji ber bombebaranê ji sedî 70 wêran bûye.

Stasyona ceyranê ya Tirbespiyê 6′ê Cotmehê bi balafirên şer ên bê mirov hat bombekirin. Stasyon ceyran dida navenda navçeya Tirbespiyê û 190 gundên girêdayî wê.

Di 6′ê Cotmehê de stasyona ceyranê ya navçeya Amûdê ya kehrebeyê dide navenda navçeyê û 225 gundên girêdayê wê, hat hedefkirin.

Hevserokê Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê Ekrem Silêman diyar kir ku ji bo dabînkirina ceyranê ji welatiyan re hewldanên wan ên mezin hene û got: "Me di demeke kin de karîbû van stasyonan ji nû ve sererast bikin û bi awayekî qismî bixin xizmetê. Lê rewşa pîşeyî ne li gorî asta tê xwestin e, ji ber ku pêdiviyên sererastkirinê kêm in."

Silêman diyar kir ku ji ber ambargoya ji tevahî aliyan ve ya li ser herêmê hatiye ferzkirin, pêdiviyên sererastkirina stasyonan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune ne.

35 MEGAWATT TENÊ

Li gorî Silêman, bendên (Rojava, Tişrîn, Firat û Huriye) û kargeha Siwêdiyê ceyranê didin herêma Cizîrê.

Ji her sê bendavan 25 megawatt û ji navenda Siwêdayê 15 megawatt tenê ceyran tê hilbirandin. Ceyrana ji Siwêdayê tê hilbirandin jî di radeya yekemîn de ji bo navendên xizmetguzarî wekî nexweşxane, aşxane û firinan e. Di heman demê de saetên dayîna ceyranê ji bo navçe û bajaran hatine kêmkirin.

(bb)

ANHA