Bersiva serlêdana ji bo wergirtina cenazeyên rojnamevanan nehate dayîn

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê diyar kir ku ji serlêdana wan a ji bo wergirtina cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatiye kirin, tu bersiv nehatine dayîn.

Bersiva serlêdana ji bo wergirtina cenazeyên rojnamevanan nehate dayîn
7 ÇILE, 2025   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de hatine qetilkirin wergirin, serlêdan kir. Şaxa ÎHD’ê ya Amedê li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku heta niha tu bersiv ji bo serlêdana wan nehatine dayîn.

ÎHD’ê wiha diyar kir: “Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da. Malbatên rojnamegeran, ji bo karûbarên definkirinê û cenazeyên wan bînin Tirkiyeyê, serî li komeleya me dan. Şaxa me jî di çarçoveya serlêdana hatiye kirin de di 24’ê Kanûna 2024’an de serî li Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a TBMM’ê û di 5’ê Çileyê de jî serî li Konsolosxaneya Hewlêrê da û xwest cenazeyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bên anîn û radestî malbatên wan were kirin. Tevî ku bi ser re dem derbas bûye jî heta niha tu saziyan têkildarî serlêdanê bersivek nedaye me.

Ji bo ku heman daxwaz were cîbicîkirin, şandeyeke ji endamên malbatên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, parlamenter, hiqûqnas û rojnamegeran pêk dihat, di roja 6’ê Çileya 2025’an de xwestin derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibin û cenazeyan bînin Tirkiyeyê. Lê belê şande, li deriyê sînor bi îdiaya cîhazên X-Rayê naxebitin hate astengkirin û nehiştin şande ji Tirkiyeyê derkeve.

Wek Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, em dibêjin ku mafê her welatiyekî ye ku li gorî bawerî û çanda xwe were definkirin, mafê welatiyên xizmên xwe winda kirin ê şînê jî heye û em dixwazin ev pêvajoya veguheriye îşkenceya psîkolojîk di demekî herî kin de were bidawîkirin. Ji bo ku cenazeyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bînin Tirkiyeyê, em dixwazin aliyên têkildar bikevin nava liv û tevgerê.”